HDP’a Amedê, 3’yemîn kongreya xwe ya awarte bi şîara ‘Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî tecrîdê bişikînin, jiyana azad a demokratîk ava bikin’ li dar xist. Di kongreya de piştî axaftinan raporên xebatan û maliyeyê hatin xwendin. Piştî xwendina raporan ji bo diyarkirina hevserokan hilbijartin pêk hat. Di encama hilbijartinê de ji bo hevserokatiya HDP’ê ya bajar a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan hatin diyarkirin. Piştî pîrozkirina beşdaran a hevserokan kongre bi çepikan bi dawî bû. AMED