Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi hinceta ‘belgeyên qedexe’ hene polîsan bi ser avahiyên rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê û rêxistina HDP’ê ya navçeya Yenîşehîrê de girtin. Polîsan bi maşîneyên zirxî avahiya dorpêç kir û nehişt kes nêz bibe. Li gel parêzeran lêgerîna li avahiya didome. Polîsan dest danî ser pankart, qove û destiyê firçeyan.
Rêxistina HDP’ê ya Amedê di hesabê xwe yê Twîtterê de ragihand ku di çarçoveya lêpirsînê de Hevserokên Bajêr Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik û Hevserokên Navçeya Yenîşehîrê Kasim Kaya û Remziye Sizici ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin. AMED