Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Hevserokên HDP’ê banga rakirina tecrîdê kirin

Hevserokên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Wan û Amedê bi gel re civiyan. Di rojeva her du hevserokan de jî tecrîda li ser Ocalan hebû û bang li hikûmet û wezareta dadê kirin ku di zûtirin dem de dawî li tecrîdê bînin

Xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên li bakurê Kurdistanê berdewam in. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ji hevserokên HDP’ê Sezaî Temellî li Wanê û Pervîn Buldan jî li Amedê bi gel re civiya. Hevserokên HDP’ê di xebatên hilbijartinê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger.

Di vê çarçoveyê de hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li navçeya Bêgirê ya Wanê buroya hilbijartinê ziyaret kir. Di dema ketina heyeta HDP’ê ya navçeyê de bi dehan wesayîtan, heyet pêşwazî kir. Piştre jî şande tevî bi hezaran welatiyan derbasî buroya hilbijartinê bû. Welatiyên ku li ber buroyê kom bûn, dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin. Di merasîmê de serokê giştî yê Partiya Azadî û Mirov Mehmet Kamaç di serî de axivî û got ku yên ku wan înkar dikin, dê di 31’ê adarê de derseke baş wergirin. Namzetên HDP’ê yên navçeyê Bêgirê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan, namzetên HDP’ê yên Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci jî gel silav kir. Namzetan berxwedanên çalakiyên greva birçîbûnê silav kir.

‘Her devera welat bûye agir’

Piştre jî Sezaî Temellî axivî û wiha got: “Yên ji mere dibêjin bicehimin, em ê di 31’ê adarê de bersiveke xweşik bidin wan. Leyla Guven 136 rojin di greva birçîbûnê de ye. Em bibin qêrîna dengê wan. Bi hezaran girtî li girtîgehan di grevê de ne. Tenê daxwazeke wan heye. Ew jî bi dawî kirina tecrîdê ye. Li vî welatî bê hiqûqî heye. Ji ber ku 4 salin tecrîda girankirî heye. Her dera welat bûye agir. Me pir zilm û zordarî dîtiye lê me tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda û em ê bernedin jî. Yên ji HDP’ê ditirsin rojane êrîş dikin. Peykerê Ehmedê Xanî hildiweşînin. Piştre dibêjin birayên me yên kurd. Em vê qebûl nakin. Siyaseta wan li ser derewan e.”

‘Gêzikên HDP’ê dê qeyûman vemalin’

Temellî axaftina xwe wiha domand: “Êdî dema aştî, demokrasiyê hatiye. Dem hatiye ku rêveberiyên herêmî bi demokrasî û aştiyê xwe bi rêve bibin. Em ê qeyûman vemalin. Ev gêzik, gêzikên HDP’ê ne. Gêzikên HDP’ê dê qeyûman vemale û li şûna wan demokrasî, aştî û azadiyê bîne. Em bang li hemû hilbijêran dikin ku teqez dengê xwe bi kar bînin.”

Li Pîranê bi def û zirneyê hatin pêşwazîkirin

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî li navçeyên Gêl û Pîranê yên Amedê bi gel re civiya. Di heyeta HDP’ê de her wiha namzetên hevşaredariyên yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen û Selçuk Mizrakli û namzetên Gelê Gulistan Ensarîoglu û Mustafa Akkul jî hebûn. Heyeta ku li Gelê gel silav kir, bi meşê derbasî navenda navçeyê bû. Heyeta ku bi esnaf û welatiyan re civiyan, piştre jî derbasî Pîranê bû. Heyet di ketina Pîranê de bi def û zirneyan hat pêşwazîkirin. Heyet tevî bi hezaran welatiyan derbasî cihê hevdîtnê bû.

‘Dikarin filmê qeyûman bikişînin’

Pervîn Buldan ku xîtabî gel kir, ev tişt anî ziman: “Em bi gelê xwe û gelê Pîranê bi bawer in ku dê encamekî herî baş bi dest bixin. Qeyûm hemû sazî û nirxên gel xesp kirin. Tenê 8 roj man ku em wan bişînin Enqereyê. 96 qeyûm hene. Dikarin tevan bikin filmek. Serqeyûmê film jî dê Recep Tayyîp Erdogan be. Her wiha dengê ku hûn didin, ji bo tifaqa gelê kurd û gelan e jî. Tu caran nexwazin gelê kurd bibe yek. Lê em hatin cem hev. Di 31’ê adarê de di serî de Pîran, me li her deverê tifaq ava kir. Hemû cîhan dê bizane ku dê kurd li tu cihî winda nekin.”

Bang li wezareta dadê kir

Buldan herî dawî jî bal kişand ser girtiya siyasî Ayten Beçet a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li wezareta dadê û hikûmetê dikin. Gelo hûn ê heta kengî çavê xwe li mirinê bigirin. Girtiyan bedena xwe daniye holê û dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê bi dawî bibe. Hevdîtina bi malbat û parêzeran re, mafê herî hiqûqî yê Ocalan e. Em bang li wezareta dadê dikin ku di zûtirin dem de dawî li vê tecrîdê bînin.” WAN – AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar