Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hevserokên HDP’ê: Berxwedaneke hevpar pêwîst e

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag û Ahmet Turk ziyaret kirin. Di serdanê de hevserokan bal kişand ser grevên birçîbûnê û da zanîn girtî ji bo aştî, demokrasî û azadiyê di greva birçûbûnê de ne

Hevserokên Partiya Demokratî a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag ziyaret kirin. Di dema serdanê de parlamenterên HDP’ê Ebrû Gunay, Meral Daniş Beştaş, Mîthat Sancar, Mahmût Togrul û gelek kesan, hevserokên HDP’ê bi kulîlkan pêşwazî kirin.

Di serdanê de di serî de hevşaredar Turk axivî û da zanîn ku di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin. Turk got ku pirsgirêkên heyî dikare bi têkoşîn û berxwedana demokrasiyê ya gelan bên çareserkirin. Turk bang li rayedarên hikûmetê kir ku ji bo çalakvanên di greva birçîbûnê de gav biavêjin. Turk xwest ku her kes ji bo ku pêşî li mirinan bigire, dengê xwe derxîne.

Spasiya gelê Mêrdînê kir

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di serî de spasiya gelê Mêrdînê kir ku xwedî li vîna xwe derket. Buldan qala bêhiqûqî, talan û wêraniya qeyûman kir û destnîşan kir ku êdî dê hemû dahatên şaredariyê ji bo gel bên xerckirin. Buldan pêkhateyên li Mêrdînê bi bîr xist û bi lêv kir ku şaredariya wan dê bêyî ku cudahiyê bixe nava wan, xizmetê ji hemûyan re bike.

‘Hikûmet xwe li bêdengiyê dide’

Buldan daxuyand ku pêdiviya welat bi azadî û demokrasiyê heye. Buldan wiha domand: “Li Tirkiyeyê edalet û hiqûq tune ye. Tirkiye di pêvajoyeke girîng re derbas dibe. Ji bo edalet, hiqûq û siyaseta demokratîk divê em pêkve li ber xwe bidin. Gelek kes niha di greva birçîbûnê de ne. Çalakiya Leyla Guven kete roja 171’an. Lê hikûmeta AKP’ê nabihîze û nabîne. Em bang li wezîrê dadê dikin ku dawî li vê bêdengiya xwe bînin.”

Gelek girtiyan asta krîtîk derbas kiriye

Sezaî Temellî jî bal kişand ser êrîşên polîsan ên li dijî dayikên girtiyan û wiha axivî: “Em îtîrazê ji rojên reş re dikin. Ev îtîraz, îtîraza laçika spî ya dayikên me ye. Dê ev îtîraz û têkoşîna dayikan, pêşiyê li Tirkiyeyê veke. Dayikên me îro li ber girtîgehan bi laçikên xwe yên spî, dibêjin bila zarokên me bijîn. Dayikên me dibêjin bila azadî, aştî û demokrasi bê vî welatî. Divê em vê têkoşînê mezin bikin. Bi hezaran kes li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne û  jiyana nêzî 300 girtiyan di xetereyê de ye. Divê di zûtirin dem de aştî pêk bê û civak azad bibe.”

Herî dawî jî şandeya HDP’ê derbasî şaredariyê bû û hevşaredar Turk têkildarî deynên şaredariyê agahî dan. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar