Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Hevserokên HDP’ê: Ev qêrîna ‘Êdî bes e’ ye!

Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî piştî hilbijartina herêmî daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin ku 31’ê adarê qêrîna ‘Êdî bes e’ ya gelê me ya li dijî rejîma yekmêriyê ye

Di daxuyaniya nivîskî ya Bûldan û Temellî de hate gotin ku di hilbijartina xwecihî de HDP bi ser ketiye, bal kişand ku bi hev re rûpelek nû vekirine.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî têkildarî hilbijartina herêmê ya 31’ê adarê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku encama hilbijartina 31’ê adarê qêrîna ‘Êdî bes e’ ya gelê me yê li dijî rejîma yekkesî ye û ev tişt hat gotin: “Me hilbijartin li pey xwe hişt. Zextên li ser partiya me di asta herî jor de bû, rêveber, endam, mirovên me yên dil dane partiya me hatin destgîrkirin û hatin girtin. Dîsa ambargoya çapemeniyê ya ku di dîrokê de nehatibû dîtin li ser me hate kirin û tevî vê jî partiya me bi ser ket.

Bi vê yekê vîna gel a li dijî polîtîkayên qeyûman hatin nîşandan, li aliyê din jî tifaqa AKP-MHP’ê hate windkirin. Ev bi vekirî encama em ê bi hev re rûpelek nû vekir.

Em spasiyên xwe pêşkêşî her kesê dikin ku tevî hemû êrîşên desthilata AKP-MHP’ê gav bi şûnde nevavêtî dikin. Dîsa spasiyên xwe di serî de pêşkêşî parlementer, rêveber, endam, şêwirmendên partiya me, dîsa namzetên şaredariyê, meclisên şaredarî û endamên meclisan û her kesê dikin.

Her wiha li hinek cihan partiya me winda kir. Di demeke kin de cihên ku me windakirine wê nirxandin bê kirin û kêmanî û şaştiyên heyî bên tesbîtkirin û daxuyaniya pêwîst dê bê dayîn. Bila gumana kesê ji vê tune be. Rexnedayîn yek ji têgezên me yên bingehîn e. Vîna ku gelê me dayî heta dawî em ê biparêzin, dersê ji kêmanî û qelsiyên xwe derbixin û bi hev re bajarên xwe bi rê ve bibin.

Niha ya baş û li gorî me bi hêzên demokrasiyê re dema nivîsandina çîroka têkoşînê ye. Îro gelê me li dijî zext û desthilatdariya otorîter destkeftî bidestxist û ji ber serketina siyasî em bi partiya xwe serbilind in. HDP û gelê me di hilbijartinê de rolekî dîrokî leyîst.

Em bi rêzdarî hilbijêr, hemû endam û hemû pêkhateyên civakê ku sûd dane vê têkoşîna hevpar silav dikin. Em hevalên xwe yên ku nerawestiyan û kar kirin pîroz dikin.

Di her encamên ku hatine bidestxistin de, di her şaredariya ku ji AKP’ê hatî stendin de wê keda HDP’yiyan neyê înkarkirin û ev ked dê tu caran vala neçe.

31’ê adarê qêrîna ‘Êdî Bes e’ ya gelê me ya li dijî rejîma yek mêriyê ye. Ev encam nabe malê partî û kesekê. Rêya me vekirî be. Hêviya me, cesaret û keda me gelek bin. Ji we hemûyan re qewet be.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar