Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Hevserokên HDP’ê ji bo Firat peyama sersaxiyê weşand

Hevserokên HDP’ê ji bo siyasetmedar Dengîr Mîr Mehmet Firat ku îro jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand. Hevserokan sersaxî ji malbata Firat û gelê kurd xwest û wiha got: “Dengîr Firat her tim ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk têkoşiya. Em ê vê nêzikatiyê bidomînin.”

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, bi munasebeta wefata parlamenterê HDP’ê yê berê Dengîr Mîr Mehmet Firat peyama sersaxiyê weşand.

Di peyama sersaxiyê de wiha hate gotin:

“Parlamenterê me yê serdema berê Dengîr Mîr Mehmet Firat, ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Wefata birêz Dengîr Firat ji bo partî û gelê me windahiyekî mezine. Ji ber mirina wî em gelek xemgînin. Dengîr Firat di temamiya jiyana xwe ya siyasî de ji bo tiştên ku jê pêwar dikir, têkoşiya. Nasnameya xwe her tim parast û ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, têkoşiya.

Di demekî ku desthilatdariya AKP’ê di lûtkeya hêza xwe de û Dengîr Firat jî yek jê ji payebilindên desthilatdariyê bû, Dengîr Firat çav li şaşitiyên tên kirin, jehrîbûna desthilatiyê û biçûkdîtina gel û daxwazên wan negirt. Her tim şaşitiyên heyî rexne kir û ji bo ku nebe hevkarê van xeletiyan, dev ji hemû paye û statuyan berda û vegeriya nava gelê xwe. Bû parçeyek ji têkoşîna gelê xwe.

Dema ku jiyana xwe ya siyasî di nava partiya me de didomand jî ev xweserbûn û cudahiya xwe parast. Tu caran xwe ji tiştên ku jê bawer dikir paşve neda. Weke mezinekî me yê ku di her şert û mercan de çareseriyekî aştiyane û demokratîk diparast, ma. Tişta ku em û Dengîr Firat ê hêja anîn cem hev jî ev nasnameya wî, lêgerîn û nêzikatiya wî bû.

Jiyandina vê feraseta Dengîr Firat, berpirsyariyekî girîng ê siyasî ye. Em nêzikatiya Dengîr Firat a çareseriya demokratîk û muzakereyên demokratîk girîng dibînin. Em ê nêzikatiya wî ya têkoşîna di her şert û mercan de bidomînin.

Em ji Dengîr Firat re rehmetê û ji malbat, hezkiriyên wî û gelê xwe re jî sersaxiyê dixwazin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar