Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...
Salı - 26 Kasım 2024

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

‘Hewcebûn bi xweparastinek heye’

Navenda Nûçeyan |

Tevgera Jinên Azad (TJA) çend hefte bere li dijî tecrîd, tacîz, tecawiz û qeyûman kampanyaya bi navê ‘Em Xwe Biparêzin’ ji bo 4 mehan da destpêkirin.

Têkildarî vê kampanyayê aktîvîsta TJA’yê  Sevîm Bîçîcî axivî û diyar kir ku dê TJA li dijî hişmendiya serdest her tim di nav liv û tevgerê de be.

Bîçîcî destpêka axaftina xwe de diyar kir ku her roj tundiya li ser jinê zêdetir dibe û da zanîn ku ev tundiya ku li ser jinê zêde dibe bi xebat û kampanyayê TJA’yê dikev rojevê û wiha got: “Ev yek rastiyeke kampanyayên TJA’yê ne. Dema îro li kîjan qadên Kurdistanê yan jî Tirkiyeyê meyze bikin berxwedanên herî xort û muxelafeta herî xort jin dikin, jinên TJA’yê dikin.”

Xweparastineke rasteqîn

Bîçîcî bal kişand ser girîngiya kampanyayê û destnîşan kir ku destpêkirina kampanyeyek nû hem bi ruhê demê re hem jî bi pêdeviyan re girêdayî ye û wiha domand: “Jin di kîjan astengiyê de be, dema bi tundiyê re rû bi rû mayî be wê demê em jî li gorî vê yekê dest bi kampanyayan dikin. Yanî bi rastî jî dema em li tundiya li ser  jinên kurd meyze dikin tundiyeke ku bi dagirkirina bajarê kurdan ve jî girêdayî ye. Tundiya li ser jinan îro bi hişmendiyeke serdest ve girêdayî ye. Û hewcebûn bi ‘xweparastinek’  heye. Ev rê jî bi berxwedana jinê ve girêdayiye.”

Bûyerên Sakarya û Şirnexê

Di axaftina xwe de Bîçîcî da zanîn ku polîtîkayên destdirêjî û qetilkirinê tenê ne li ser jinan li ser zarokan jî bi şeklekî tund berdewam dike û ev tişt anî ziman: “Ji bûyera Sakaryayê heta bûyera li Şirnexê (destdirêjiya li ser keça 10 salî) hişmendiya destdirêjî û tunehesibandinê derkeve holê. Bi şev û roj êdî jin tên kuştin. Qirkirineke mezin li hemberî jin û zarokan tê meşandin. Em dizanin ku sedema van polîtîkayan bêzimankirina jin û zarokan e. Bi van polîtîkayan dixwazin jinan bitirsînin û wan di nav çar dîwaran de hesp bikin. Bi vî awayî jî dixwazin îradeya jinê bişkînin û nehêlin derkeve kuçeyan û têkeve nav qada siyasî.”

Aktîvista TJA’yê Bîçîcî bal kişand ser girîngiya xweparastina jinan û da zanîn ku hewceye jin tenê ne bi awayê fîzîkî  bi sekn, bi mejî  jî xwe biparêze û wiha pêda çû: “Madem mêr îro bi hêza xwe ya heyî bi hemû hêza xwe erîşî ser jinan dikin, li hemberî vê yekê hewceye em  nesikinin û vê hişmendiya mêr teşhîr bikin.”

Teşhîrkirina bedenê jinê

Bîçîcî di axaftina xwe de da zanîn ku hişmendiya êrîşkar ji sala 2015’an ve her çûye êrîşên xwe yê li ser jinên kurd zêdetir kirine û wiha domand: “Hişmendiya qirker bi teşhîrkirina bedenên jinan û bi qirkirina jêrzemînan rûyê xwe yê rasteqîn nîşan da. Tundî, destdirêjî, tunehesibandin êdî bi awayekî berbiçav hatin kirin. Bi teşhîrkirina bedena Ekîn Wan jî xwest peyama xwe ya tundiyê bide. Li hember vê hişmendiyê me jî rêxistina xwe hîn xurtir kir!”

Dê jin tim li ber xwe bidin

Di dawiya axaftina xwe de Bîçîcî bal kişand ser çarçoweya kampanyayê û axaftina xwe bi dawî kir: “Helbet em ê tenê ne bi daxuyaniyan dê bi perwerdeyan jî kampanyaya xwe bi rêve bibin. Heta niha perwerdeyên me tenê bi jinan re derbas dikir lê êdî em ê dest bi perwerdeya giştî jî bikin. Em niha bingeha van xebatan dimeşînin. Jinên ku nikaribin ji malê derkevin em ê mal bi mal bigerin û em ê bi wan re têkevin têkiliyê û wan guhdar bikin. Her çiqas gelek astengî jî derkevin pêşiya me em ê ji bo ku xwe bigihîjînin her jinekî li ber xwe bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar