Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

‘Hewcehiya kurdan bi gotareke hevbeş heye’

Aktîvîstên civaka sivîl ên Hewlêrê diyar kirin ku serdanên KNK’ê yên ji bo yekitiya neteweyî û kongreya neteweyî girîng in. Aktîvîstan got ku dijminên kurdan li dijî kurdan dibin yek û divê kurd jî li dijî wan yekitiya xwe ava bikin

Hewldanên ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê berdewam in. Di vê çarçoveyê de şandeyeke ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ev demeke li başûrê Kurdistanê bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtinan dike. Her wiha demek berê jî bi heman boneyê şandeyeke ji partiyên bakurê Kurdistanê derbasî başûrê Kurdistanê bû. Têkildarî xebatên dawî, aktîvîstên saziyên civaka sivîl ên Hewlêrê ji Rojnewsê re axivîn.

Der barê mijarê de aktîvîst Ferman Reşad anî ziman ku di vê pêvajoyê de hatina şandeya KNK’ê ji bo başûrê Kurdistanê, serdanên wê yên têkildarî yekitiya kurd û lidarxistina kongreya neteweyî girîng in. Reşad diyar kir ku piştî êrîşên DAIŞ’ê yên sala 2014’an, kurd hinek nêzî hev bûn û wiha got: “Ger ku lê binihêrin, dê bibînin ku dijminên me li dijî neteweya me û yekitiya me yekdestin. Lewma divê kurd jî bi heman awayî yekitiya xwe ya navxweyî ava bikin.”

‘Divê gotareke hevbeş a kurdan hebe’

Ji bo heman mijarê aktîvîst û zagonnas Şiwan Sabîr jî ev tişt destnîşan kir: “Di vê rewşa heyî de divê gotareke hevbeş a hêz û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê hebe. Divê li dijî aliyên derve, xwedî gotareke hevbeş bin. Kongreya neteweyî tiştekî pir girîng e. Bi vê yekê yekitiya kurdan û gotareke hevbeş a kurdan tê armanckirin. Lê hinek astengî li pêşiya lidarxistina kongreyê hene. Yek ji van jî berjewendiyên hinek aliyên siyasî yên bi hinek welatan re ye. Naxwazin berjewendiyên wan zirarê bibînin. Lewma pêşî li lidarxistina kongreyê digirin.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar