Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hewceye demildest heyetên serbixwe biçin Îmraliyê

Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz Çapraz diyar kir ku divê daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bi cih bên û wiha axivî: “Ji bo çareseriyê divê demildest heyetên serbixwe bişînin Îmraliyê.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, 33 meh in agahî nayê girtin. Ev jî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dixe nava fikaran. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 10’ê cotmehê de li seranserê cihanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî”hat destpêkirin. Bi hezaran girtiyên PKK û PAJK’ê bi heman daxwazê di 27’ê mehê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Sîbel Çapraz derbarê pêgava azadiyê û çalakiya berxwedêrên zindanan de axivî. Sîbel Çapraz bi lêv kir ku polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd ên desthilata AKP’ê û MHP’ê bi pergala tecrîda girankirî ya li Îmraliyê hatiye kûrkirin û wiha got: “Ji sala 2015’an ve tecrîd belavî hemû qadan bûye. Ji sala 2019’an ve tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Ji ber vê yekê gel, malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyên din ji aliyê jiyan û tenduristiyê ve bi fikar in. Ev jî rewşeke mafdar e.”

Hemû maf hatine xespkirin

Çapraz a qala bandora girtiyan a polîtîkayên tecrîdê kir, da zanîn ku di encama vê yekê de girtiyên nexweşên giran nehatine berdan. Çapraz, bal kişand ku li girtîgehan 651 jê giran ji hezar 500’an zêdetir girtiyên nexweş hene û wiha berdewam kir: “Mafê xwegihandina tenduristiyê ya girtiyan bi temamî hatiye xespkirin. Heta ku girtiyên nexweşên giran neyên ber mirinê û seqet nebin nayên berdan.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Çapraz destnîşan kir ku divê li Îmraliyê tecrîd were bidawîkirin û di pirsgirêka kurd de çareserî were pêkanîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê bi Ocalan ku muxatabê pirsgirêka kurd e hevdîtin bên kirin û çareseriyekê pêk bînin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin bertekeke ji ber neçareserkirin berdewam dike ye. Sedemê bingehîn ê destpêkirina girtiyan a çalakiya greva birçîbûnê ji ber neçareseriya pirsgirêka kurd, tecrîda topyekûn ku li ser Ocalan û civakê tê pêkanîne.”

Tecrîd pêl bi pêl li her derê belav bû

Çapraz, destnîşan kir ku bi polîtîkayên tecrîdê pirsgirêkên berdewam dikin dikare were çareserkirin û got: “Çareserî diyar e, mifte jî diyar e. Tecrîd pêl bi pêl belavî hemû welat bûye. Divê bêyî ku ev çalakiya greva birçîbûnê were asta ku girtî jiyana xwe ji dest bidin hikûmet çareseriyekê biafirîne.”

Çapraz, anî ziman ku divê girîngiya civakî ya Abdullah Ocalan were dîtin û bi lêv kir ku ji daxwaza azadiyê ya tê kirin weke ÎHD serî li Wezareta Dadê dane ku şandeyekê bişînin girava Îmraliyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hêvî dikin ku ev daxwaz di demeke nêzîk de were bersivandin. Divê di demekî kurt de şandeyeke serbixwe biçe girava Îmraliyê, şertên li wir di cih de bibîne, girtiyên li wir bîbine û bi agahiyên ku ji gel re bibin bersiv vegere. Em dixwazin demildest ev daxwaza me were qebûlkirin. Em dixwazin pirsgirêka kurd êdî bi muxatabê wî re were çareserkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar