Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Hewceyî ne bi şerekî nû bi aştiyê heye’

Hevserokê HDP’a Wanê Umît Dede di çalakiya Nobeda Demokrasiyê de axivî û diyar kir ku hikûmeta hêviya xwe bi şer ve girêdaye û helw dide bi vê yekê emrê xwe dirêj bike. Dede got ku hewceyî ne bi şerekî nû, bi aştiyê heye

Di çarçoveya protestoyên li dijî biryara tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê de, di roja 45’emîn de jî bi tevlêbûna parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûrat Sarisaç û Muazzez Orhan, hevserokê HDP’a Wanê Umît Dede û gelek welatiyan li Wanê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Çalakî li ber avahiya HDP’a Rêya Armûşê hate lidarxistin û pankarta ‘Ne rêveberiya qeyûm, vîna gel’ hatibû vekirin.

Di çalakiyê de Umît Dede axivî û got ku ew her roj bi rojeveke cuda dest bi rojê dikin. Dede diyar kir ku di bernameyên aboriyê yên tên aşkerakirin de ji bilî xizaniyê tişteke bi para gel nakeve û wiha dom kir: “Li pêwîstiyên jiyanî rojane zem tê kirin. Tevî vê jî hikûmeta AKP’ê hêviya xwe bi ve şer ve girêdaye. Dixwaze bi vî awayî emrê xwe dirêj bike. Lê em neçarên şer nînin. Ger ku em bên ba hev û li dijî vê polîtîkayê dengê xwe bilind bikin, em ê bikarin pêşî li mirin û sirgûnan bigirin. Hewceyî ne bi şerekî nû, bi aştiyê heye.”

Kampanyaya îmzeyan

Dede bi berdewamî got ku li dijî tayînkirina qeyûman kampanyaya îmzeyan hatiye destpêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îmzeyên ku tên berhevkirin dê ji wezareta karên hundir re bên şandin. Di metna kampanyayê de wiha tê gotin; ‘Di 31’ê adarê de çûm ser sindoqê û min ji bo diyarkirina rêveberiya şaredariyê dengê xwe da. Weke pêwîstiyeke mafê min ê hilbijartinê ku di hiqûqa navxweyî û navneteweyî de hatiye parastin, daxwaz dikim ku endamên meclisa şaredariyê û hevşaredarên ku hatine hilbijartin û ji peywira xwe hatine dûrxistin careke din vegerin ser peywira xwe.’ Em bang li gelê xwe dikin ku li vîna xwe xwedî derkevin.”

Piştî axaftinê nobet bi dirûşm û çepikan bi dawî bû. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar