Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hewildan

Medenî Îlhan

Jiyan bi tu deran ve naçe, tu armanca wê û cihekî biçî tune. Hetanî em vê di ruhê xwe de bi cih nekîn em ê ranewestîn. Di hindirê xwe de teknîk e ku çawa fêm bikim, çawa hesbikim, çawa bikim, çawa pere qezenç bikim, çawa bibim xwedî pîşe, çawa serkeftîbim û êdî em niha dibînin waneyên ku tê çawa bêhnê bigrî, çawa têkiliyekê danî, çawa baxivî, çawa hesbikî tê dayîn…

Jiyan xistine rewşeke teknolojîkî û hemû wateya jiyanê bi jehr kirine. Jiyan bêarmance lê ezeztiya me vê qebûl nake. Ezeztî tenê di meyla armanc, daxwaz, xwedî lê derketinê de derdikeve pêş. Jiyan her kêlî ji bo jiyankirinê ye, ew ji bo tiştek din feda kirin bêaqiliye. Ger wisa nebe wê ev kêlî ji bo kêliyek din, ev sal ji bo salek din were feda kirin. Ev rêwîtî wê wisa berdewam bike. Rêwîtiya ber bi çolistanê ve, rêwîtiya ku zerer dide xwe û ber bi întîharê ve diçe. Kêliya ku me paşeroj berda wê pêşeroj ji me re bêwate were. Em paşerojê ji bo di pêşerojê de karbînin li gel xwe dihilgirin. Yan ji bo çiye paşeroj li xwe barkirin.? Ew tenê barekî keyfxweşiya vê kêliyê tunekirine. Jiyan rêwîtiyek bêdawî û zor ya ku bi tu deran ve naçe ye, ew paqijiyek zelale. Enerjiya me bi awayek azad tevger nake, ew hertim di nava tirsê de ye. Ev bûye fêrbûyînek û rayê xwe li felsefa mirov ya jiyanê bi cih kiriye. Em fêrî tiştek serxistinê hatine kirin, tiştna bi serbixe!

Kêliya yekem ya ji dayîkbûna zarokekê de em wî-wê bi jehr dikin. Hêrs, zengîntî, meqam, serkeftin, reqabet. Em çavkaniyên wî yên hebûnê bi jehr dikin. 25 salên zarokan bi perwerdeyeke bi jehrkirî ve diçe. Ji çaran duyê temenê jiyanê bi vê ve xerc dibe. 25 salan ji bo zêhneke serkeftinê hat xerckirin, piştre reqabet, pevçûn, hêz derdikeve. Di her kêliya wî de êdî polîtika xwe bi cih dike. Jina ku dixwaze hevserê xwe kontrol bike, zilamê ku dixwaze hevjîna xwe kole bike, malbata ku dixwaze zarokên xwe kontrol bike, zarokên ku dixwazin malbata xwe îdare bikin… çi ji dilbûyîn li holê namîne, ji ber ku zêhna ku meyla wê li serketinê be, ji dilbûyîn ne gengaze, hertiştî tune dike.

Ew tenê dikare kesê beramber bide şixulandin, rêzgirtinê dernaxe pêş, ew tenê bişaftinê dike, dimezêxe û xirab dike. Hertiştî weke kel û pelekê lê dike. Ji kesekê hesdikî û dixwazî xwedî lê derkevî, bikî yê xwe û bidî karanîn. Êdî heskirin namîne yê xuya dike qanûnin. Ji dilbûyîn diçe, cihê xwe ji bazarkirin, ticaretê re dihêle. Niha helbestbûyîn miriye êdî herkes dikeve nava polîtîkayekê de, wê kî kî li kê hikum bike. Bi vê re em cîhaneke qirêj didin avakirin. Di cihekî wisa de evqas reqabet û evqas reqîb hebin tê çawa rawestî? Ger tu rawestî tê mirovekî neserkeftî bî û di çavê kesên din de tune werî hesabkirin, tê bibî kî yan bibî çi, kesên din ranawestin, di meşeke ya maratonê de ne, tu rawestî dê winda bikî. Jiyan hatiye rewşeke olîmpiyatan de. Herkes ketiye pêşbirkê û divê herkes ji bo serkeftinê baz bide ji ber ku ev rewşeke man û nemanê ye.

Bi milyaran dijminê me hene, di cîhaneke herkes dijminê herkesê ye de jiyan dikin, ji ber ku bi kêre di nava reqabetê de bîn, ew dijminê me ye. Ew hêza me ya serkeftinê tune dikin, em jî hêza wan ya serkeftinê tune dikin. Di cîhaneke wisa bi hêrs, kîndartî, reqabet de hevaltî nabişkive, evîndarî di gotin de bimîne, heskirin tune bibe, dilnizmî nemîne. Me gengeşeyeke pir qirêj daye avakirin û em wisa difikirin ku bi destxistina serxistinê, em ê vê derbaz bikin lê çavkaniya yekem ya vê gengeşê ev bi xwe ye. Dema em hewildana tiştek ya guhertinê didin em bingehê wê naguherin, em tenê dîwarê wê boyax dikin, wê ev nebe çareserî. Zêhna xwedî polîtikayê wê tu caran rehetiyê nede çêkirin, wê hertim bi gengeşeyan re mijul bibe, mecbûre hertim tiştekê tercîh bike. Dê zêhna me de hertim bi gengeşe, nerehetî, bê huzurî, bê xewiyê re mijul bibe. Me xwe ji bîrkiriye em kî ne, em xwedayekî ketîne xewekê û em di xewna xwe de xwe weke feqîrekê dibînin. Pêwîste em şiyar bibin, niha vê kêliyê.

Di paşeroj yan pêşerojê de em ê şiyar nebin, niha li vir divê şiyar bibin, hebûna rast niha ye û hebûna bê dawî nihaye. Ger em xwe û hebûna xwe niha şiyar bikin, em ê dest ji serketînên ji aliyê kesên din ve ji me re tê pêşniyarkirin yan jî weke hikmekê dide dest nîşan kirin berdîn. Weke heyî em têra heriştî hene, bi hemû kêmanî û nebesiyên xwe ve em xwedî hertiştîne. Ji her darekê, kevirekê, mirovekê, çûkekê, tîrêjên rojê û stêrkekê dikarî keyfê bigrî. Heqîqet xwe, hebûn û heyîn ferq kirine, xwe naskirine û bi vê heqîqetê azadiya xwe bi dest bixîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar