Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Hewl didin bi girtina PADÊ re fermanê bi rêbazeke din pêk bînin

Rêvebera PADÊ ya Silêmaniyê Evîn Emîn diyar kir ku biryara girtina PADÊ, yek jî rêbazeke fermanêye tînin serê xelkê Şengalê û got: "Pergala hevserokatiyê ne di nav hizbên Iraqê di nav PADÊ de heye. Jin û mêr bi hev re civakê bi rêve dibin û ev yek hedef hatiye girtin. Divê bê zanîn Şengal tu carî venagere beriya 20214’an."

Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê di 6’ê tebaxê de biryara girtina Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê da. Bi taybetî ev biryara girtina PADÊ, 3 roj piştî 10’emîn salvegera fermana 3’yê tebaxa 2014’an pêk hat. Her sê partiyên ku bi pergala hevserokatiyê dihat birêvebirin ji bo jinên Iraq, herêma Kurdistanê û êzidiyan girîng bû.

Rêvebera PADÊ ya Silêmaniyê Evîn Emîn derbarê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî.

Evîn, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser biryara ku hatî dayîn: “Biryara girtina PADÊ û hizbên din, biryareke ne qanûnî bû. Ji ber ku di dema girtin jî nekarin tu hincetekî jî nîşan bidin û sedemek nekarin nîşan bidin. Hizba me ango PADÊ tu carî li dijî qanûnên Iraqê kar nekir. Ev yek sedemeke pirsê ye ji bo biryara hikûmeta Iraqê. Biryareke herî şaş e. Bi taybetî di roja salvegera fermanê de, ji bo civaka êzidî rojeke wisa bi hestiyar bû, biryarek wisa hat dayîn. Sedem çi bû biryarek wisa hat dayîn? Heke PADÊ tiştek li dijî qanûnên Iraqê pêk anî be, ne li gorî pergala Iraqê meşiya be, dikarin bikin sedem û dikarin mehkemeya we jî bihata kirin. PADÊ ji dikarî parastina xwe bike. Lê belê tu sedem nîşan nedan û biryarek wisa girtin. Ji bo me jî ev biryar nayê qebûlkirin.”

Evîn, daxuyand ku biryara girtina partiyê dirêjkirina peymana 9’ê Cotmehê ye û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Gelo biryara girtina partiyê di çarçoveya peymana 9’ê Cotmehê de hatiye destgirtin? Bi her awayî ew biryara şaş e. Ev yek jî rêbazeke fermanêye tînin serê xelkê Şengalê. Ji bo xelkê diyar e ji xwe dema Şengal hat valakirin û hiştin di destê DAIŞ’ê de, çawa xelk li ber xwe da, kî hat hewara Şengalê û kî Şengal hişt diyar bû. Em dibînin ew biryara ku hatî dayîn dirêjkirina peymana 9’ê Cotmehê ye. Piştgirî dayîna li derveyî pergala Iraqê ye. Têkbirina pergala Iraqê ye. Lê divê bê zanîn ku civaka êzidî û xelkê Şengalê vê biryarê qebûl nake.”

Evîn, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser taybetmendiya PADÊ ya di nava civaka êzidî de: “PADÊ, yekem partiyeke siyasî ya êzidiyan e. Ji bo êzidî bi xwe rêvebertiya xwe bike hat avakirin. Ji bo bajarê xwe bi xwe bi rêvebibin û karê xwe bi xwe bikin hat avakirin. Ev yek ji dijmin re zehmet hat. Dijmin nexwest civaka ku ji fermanê re derbasbûyî û bikare li ser piyên xwe bimîne û xwe bi rêve bibe. Ji xwe piştevaniya dewletên ji derve ya di hikumraniya Iraqê de qelskirina desthilatdariya Iraq û herêmê bû. Ne tenê Şengal, ji bo herêma Kurdistanê jî wisa ye. Derbeyeke gelek mezin e li pergala Iraqê, li hikûmeta Iraqê û li pergala desthilatdariyê hat kirin ev yek kêmdîtina dewletê ye. PADÊ di esasê xwe ji bo xizmetê bide civaka Şengalê hat avakirin. Xwest hizbeke serbixwe ya êzidiyan hebe.”

Evîn, da zanîn ku çend kêm be jî li dijî biryarê helwestek hat nîşandan û wiha bi lêv kir: “PADÊ ne tenê ji bo xizmeta Şengalê, ji bo xizmetê bide hemû ol û baweriyên din xebatê dike. Di xebatên xwe de cudakariyê nake. Ji bo xurtkirina tifaqa Şengalê bû. Ji ber vê yekê jî girtina PADÊ jî ne wisa hêsan e. Helwestek hat nîşandan. Diviya bêtir helwesteke xurt bihata nîşandan. Êzidiyên ku ji derveyî Iraqê divê helwesteke xurt nişan bidin ji ber ku tu sedem nîne ku PADÊ bigirin.”

Evîn, behsa pergala hevserokatiyê ya di nav PADÊ kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî di nav hizbên Iraqê de qet nîne, lê di nav PADÊ de heye. Ev yek jî Pergala Hevserokatiyê ye. Di nava PADÊ de ne tenê fikrek heye ku tenê mêr rêvebertiyê bike. Jin jî li kêlaka zilam kar dike û civak bi rêve dibe. Di pergala nava PADÊ de tenê xizmet dayîna li civakê heye. Li ser rêya êzditiyê û her wiha ji bo gelên din jî xizmet dayînek heye. Her wiha ji bilî xizmetê jî tiştek ji Iraqê nedihat xwestin. Em roj bi roj dibhisin ku hikûmeta Iraqê biryarên cuda li hember PADÊ dide.”

Endama Rêveberiya PADÊ ya Silêmaniyê Evîn, banga xwedîderketina li partiyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê belê ev yek nabin asteng li hemberî xizmet dayînê. Ji ber ku PADÊ, hizbeke ji nav civakê derketiye. Biryara ku hatî dayîn şaş e. Divê hewl bidin ku şaşiya ku hat kirin rast bikin. Şengal tu carî venagere beriya 20214’an. Şehîdên ku hatin dayîn diyar e. Kî li ser vî axê şehîd daye diyar in. Kî li vir xizmetê dike diyar e. PADÊ, hat girtin jî rê û rêbazên me yên ji bo xizmet dayîna Şengalê hene. Divê dijmin bizane; hûn nikarin Şengalê veguherînin beriya 2014’an. Xelkê Şengalê jî êdî vê yekê qebûl nakin. Hêz û xireta xelkê Şengalê heye. Em xwedî li asayîş, hêza xweparastin û hizban e.Em hêvî dikin, civaka êzidî û dostên êzidî li hemberî wan biryarên ku tên dayîn bersivê bidin, xwedî li êzidiyên Şengalê derkevin. Şengal esasê êzidiyê ye. Şengal stûna êzidiyan e. Em hêvî dikin xelkê me li hemberî biryarên şaş derkeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar