Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Hewl didin doza komkujiya Enqereyê di tariyê de bihêlin

MYK’a Partiya Çepên Kesk têkildarî salvegera Komkujiya Gar a Enqereyê de  diyar kir ku faîlên herî girîng ên komkujiyê hêj yek gotin nekirin ji hêla hêzên ewlekariyê ve bi operasyonên biguman hatin kuştin û wiha hat gotin: “Xuyaye ku dixwazin doza komkujiyê di tariyê de bihêlin.”

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çepên Kesk bi boneya salvegera Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gar a Enqereyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî bi sernavê “Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gar a Enqereyê sûcekî li dijî mirovahiyê ye!” hate weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew hêzên Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gar a Enqereyê plan kirin û pêdankeran nas dikin. Bi domdarî hate gotin ku dê têkoşîna wan a ji bo darizandina faîl, têkiliyên wan û berpirsyarên siyasî bidome.

Komkujiyeke hovane pêk anîn

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 10’ê Cotmeha 2015’an de li ser bangawaziya sendîka û rêxistinên civaka sivîl û bi tevlibûna bi dehan saziyan li Qada Gar a Enqereyê “Mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê’ hat lidarxistin. Ji çar aliyên Tirkiyeyê bi sedhezaran kes li Qada Gara Enqereyê civiyan. Dema hezkiriyên aştiyê ber bi qada mitîngê ve dimeşiyan, li xaçerêya Gara Trênê barbarên DAIŞ’ê bi navbera 3 saniyeyan du êrişên xwekuj pêk anî. Di vê komkujiyê de 104 insan hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn.

Di dema komkujiyê de, gelek kes hebûn ku dikariya bi mudaxileya ewil bihatina rizgarkirin. Lê belê hêzên ewlekariyê bi gaz û ava şid êriş kir. Li derdorê bi sedan birîndar hebûn û nehiştin ku ambulans zû mudaxileyî birîndaran bikin. Di roja mitîngê de bi dehhezaran welatî kom bûbûn, trafîk di dema xwe de nehatibû girtin, li welatê her serê gavê kontrola nasnameyê tê kirin wê rojê noqteyên lêgerînê rakiribûn.

Bi aşkerayî komkujî pêk anîn

Raya giştî ya Tirkiyeyê û malbatên qurbaniyan li bendê bûn ku berpirsyarên sereke yên komkujiyê bên girtin û pêvajoya hiqûqî ya pêwîst were destpêkirin. Lê rayedaran gotin ‘rêxistina kokteyl’ û hewl dan dosyayê di tariyê de bihêlin. Di nava vê pêvajoyê de gelek rastî derketin holê. Di raporên mifetîşên Wezareta Karên Hundir de xuya bû ku îstîxbarata êrişê beriya komkujiyê hatibû girtin lê hatiye paşguhkirin. Her wiha di roja bûyerê de noqteyên kontrolê kêm bûn û hejmara hêzên ewlekariyê yên diviyabû kontrol û venihêrin bikirana kêm bûn. Ev yek nîşan dide ku komkujî bi aşkerayî hatiye kirin. Jixwe di îfadeyên milîtanên DAIŞ’ê yên hatine girtin de aşkera bû bê ka berpirsyartiya kê û kîjan saziyan di komkujiyê de heye. Lê tenê yek peywirdarê cemaweriyê nehat darizandin û hewl dan dozê di tariyê de bihêlin. Komkujiya Gar a Enqereyê di dîroka Tirkiyeyê de yek ji mezintirîn komkujiyên li dijî sivîlan e. Bi ser re 8 sal derbas bûn lê hêj nehatiye ronîkirin, nehatiye eşkerekirin bê ka xwekuj bi alîkariya kê ji Sûriyeyê hatine Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê li ku mane û çawa heta Enqereyê çawa wiha rehet derbas bûne.

Doz didome lê rastî tê veşartin

Faîlên herî girîng ên komkujiyê hêj yek gotin nekirin ji hêla hêzên ewlekariyê ve bi operasyonên biguman hatin kuştin. Xuyaye ku dixwazin vê dozê di tariyê de bihêlin. Di serî de emniyet, derheqê tu rayedarên berpirsyartiya wan di komkujiyê de hebûn pêvajoyeke hiqûqî nehat destpêkirin. Di doza hêj didome de hêj kesên divê bên darizandin nehatine girtin, hemû delîl nehatine komkirin û delîlên hatine komkirin jî nehatine parastin.

Îktîdar li şûna ku peywira xwe ya cemaweriyê pêk bîne, hewl dide xizmên qurbaniyan û daxwaza edaletê dikin bêdeng bike. Xizmên qurbaniyan tên binçavkirin, kesên di salvegera komkujiyê de tev li bîranînan dibin ji cemaweriyê tên îxrackirin, bîranîn tên astengkirin, bîrdariya komkujiyê hate texrîbkirin û darizandineke baş nehate kirin. Ev yek nîşan dide ku mexdûrên komkujiyê û kesên piştevaniyê wan dikin hedef tên girtin.

Em hemû qurbaniyên komkujiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û em ê mîrateya wan anku têkoşîna Ked, Aştî û Demokrasiyê heta dawiyê bidomînin.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar