Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Hewl didin girtî dev ji çalakiyê berdin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Mêrsînê, hevdîtinên xwe yên bi 8 girtiyên di greva birçîbûnê de kirin rapor. Di raporê de hat diyarkirin ku mafê tenduristiyê, mafê telefon, sohbet û kursan tên binpêkirin û îdareya girtîgehê ji bo girtî dev ji greva birçîbûnê berdin, dixwaze girtiyan qaneh bike

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê, li Girtîgeha Tarsûs, Girtîgeha Tîpa T a Ereglî û li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2’yan a Kayseriyê, hevdîtin bi girtiyên ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were ketin greva birçîbûnê re hevdîtin çêkir û hevdîtinên xwe kir rapor.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji 5’ê çileyê ve li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Tarsûsê Mûrat Karaaslan, Halef Yîgît, Oktay Gol, Erdal Emeç, Fesîh Tekîn, Denîz Ozdemîr, Mehmet Fatîh Bîngol û Serhat Yildirim; li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2’yan a Tarsûsê Çetîn Ûslû, Mervan Sûngûr, Hamdûllah Tûran û Mûhammet Osman; li Girtîgeha Tîpa T a Jina ya Tarsûsê Dîlan Yildirim, Nûrşen Tekîn, Hatîce Kaymak û Meral Temel; li Girtîgeha Tîpa T a Ereglî Farûk Bûdak û Omer Sîpek; li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2’yan a Bunyan a Kayseriyê Ozkan Kart, Bulent Ozturk, M. Aydin Sogut, M. Emin Akkûş û Emrûllah Abay; li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê Berîvan Bîtmen, Maşallah Erbey, Merge Polat, Sînem Ogûz, Yaprak Taşçi û Yazgul Şahîn û ji 16’ê çileyê ve jî li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Tarsûsê Veysî Denîzhan, Îhsan Taşdelen û Erkan Taştan; li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 3’yan a Tarsûsê jî Cevzet Derez û Sûat Ûgûr di greva birçîbûnê de ne.

Parêzerên ÎHD’ê bi hin girtiyên di greva birçîbûnê de hevdîtin kirin û binpêkirina mafan ên li girtîgehan rû didin kirin rapor.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) di raporê de hat diyarkirin ku li Girtîgeha Kampusa Tarsûsê, girtiyên di greva birçîbûnê de ji ber ava girtîgehê ne paqij e, ew bi derfetên xwe avê peyda dikin û wiha hat gotin: “Îdareya girtîgehê greva birçîbûnê wekî hincet nîşan dide û ji ber vê mafên telefon, sohbet û kursan asteng dike û ji bo girtî dev ji greva birçîbûnê berdin hewl daye girtiyan qaneh bike. Girtî bêhal in û westandî ne, tiliyên destê wan reş bûne û serçavên wan zer bûye û zeîf bûne.”

Pirsgirêkên tenduristiyê

Di raporê de hat ragihandin ku li vê girtîgehê, girtiyên di greva birçîbûnê de ji dêvla li qawişê tenduristiya wan bê kontrolkirin, li korîdaran tê kirin. Yek ji kesên di greva birçîbûnê de Çetîn Ûlû ye û ji parêzerên komeleyê re gotiye; gardiyan henekê xwe bi çalakiya wan dikin. Di rapora hat amadekirin de ji bo Ûlû wiha hat gotin: “Li ser çavê wî birîn çêbûne û terikiye. Xwîn ketiye çavê wî.” Parêzerên komeleyê bi girtiyê bi navê Erdal Emeç re jî hevdîtin kir û ji bo Emeç jî di raporê de hat diyarkirin ku; serê wî gêj dibe, dilê wî dixele, qebzî bûye û jibîrkirin lê peyda bûye.

Wan dixin qawişên cuda

Di raporê de hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2’yan a Bunyan a Kayseriyê jî, hema bêje girtiyên di greva birçîbûnê de nikarin têkevin xew, ser çavên wan zer bûye, bêhal bûne, ber çavê wan tarî dibe, jibîrkirin li wan peyda bûye, destê wan rewş bûye, zeîf bûne, dilê wan dixele û bi zorê dimeşin. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku girtiyên di greva birçîbûnê de xistine qawişên cuda.

Girtiyan xwest dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê û heta ev daxwaza wan pêk neyê wê çalakiya wan dewam bike û ji bo vê jî bang li wezareta dadê kirin. MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar