KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

‘Hewl didin hemû pêkhateyan binîn cem hev’

Hevserokê MSD`ê Mehmûd El Mislit got li rex meşandina kar û xebatan li derve, hewldanên xwe ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê xurttir dikin, da ku nexşerêya di kongreya 4`an de hate diyarkirin, çalak bibe.

Rojavayê Kurdistanê bi modela neteweya demokratîk ji cihanê re bûye yekane rêya xwerêvebirina demokatîk. Li Rojava hemû pêkhate bi hebûna xwe di nava rêveberiyê, hêzên ewlehiyê de cih digirin û biryarên xwe bi xwe didin. Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mehmûd El Mislit derbarê xwerêvebirina Rojava de agahî da. . El Mislet diyar kir ku projeya MSD`ê projeyeke sûriyeyî ye û wiha got: “Em hewl didin tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di nava MSD`ê de kom bikin, ji bo ku ji projeya bê ya Sûriyeyê re bibe alternatîfeke rastîn.”

Mehmûd El Mislit diyar kir ku gava pêşîn yekitiya eniya hundirîn a partiyan e û wiha domand: “Ev jî bi rêya nêrîneke siyasî û Hevpeymana Civakî ya nû pêk tê ku bi awayekî berfireh ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê re vekirî ye.”

Li gorî El Mislit li gel xebatên hundirîn, li ser asta derve jî MSD dê nivîsgehên derve çalak bike ji bo ku armanc, nêrîna siyasî û nexşerêya MSD`ê pêk were. Lê El Mislit cihên vekirina wan nivîsgehan diyar nekirin.

Der barê mekanîzmaya çalakkirina nexşerêyê de El Milset ev tişt anî ziman: “Dê bi rêya komîteyên MSD`ê pêk were ku bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk a pirreng, zanistî û nenavendî ye. Diyaloga sûriyeyiyan bingeha kar û xebatên me ye.”

MSD`ê di kongreya xwe ya 4`emîn de ku 20`ê kanûna 2023`yan li dar xistibû, nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyeyê aşkera kiribû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar