Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Hewldana dewleta tirk ya dayîna dersên tirkî! 

Li gorî agahiyên bi dest ketine, piştî ku Artêşa Tirk a dagirker li gundê Bermîze yê herêma Biradost bi cih bû, ji dawiya sala 2017’an ve hewl dide, çand, siyaset û zimanê tirkî li ser wê herêmê serwer bike. Ji bo vê armancê leşkerên tirk serdana dibistanên li herêmê kirine û pêwîstî û tişt ji xwendekaran re birîne. Bi xwendekaran re hatine gel hev û xwestine ku xwendekar dersên tirkî bixwînin.

Rêveberê Perwerdeya Soran Ezîz Seîd ev agahiyên Rojnews’ê piştrast kir û got: “Ji berî 2 salan Tirkiyeyê hewl da pêwîstiyên dibistanên herêma Biradost pêşwazî bike. Heta xwestin avahiya dibistanê nûjen bikin, lê zû Wezareta Perwerdeyê ji vê hewldana dewleta tirk a dagirker hat agahdarkirin û me rê li vî karê dewleta tirk girt.”

Herwiha Cîgirê Şaxê Yekitiya Mamostayên Kurdistanê ya Hewlêrê Newzad Omer li ser heman mijarê ji Rojnews’ê re axivî û got: “Dewleta tirk bi dehan kîlometre xaka Kurdistanê dagir kiriye. Her bi vê re jî nerawestiya ye, dixwaze çand,  fikir û nêrîna xwe fêrî zaroken me bike. Ev jî nayê qebûl kirin û divê Hikûmeta Herêmê helwest li ser hebe. Erka yekem û cewherî ya Hikûmeta Herêmê ew e ku xwe bi hikûmeta rewa ya vê herêmê dibîne, rê nede vê diyardeyê û tiştek wiha li herêma me de hebe. Nabe fikir û nêrîna welatek din têkelî ya welatê me were kirin û zarokên me li ser were perwerdekirin.”

Newzad Omer diyar kir ku ev tevgera Tirkiyeyê ya li ser sînoran bandoriyê li ser navendên xwendikê dike û wiha domand: “Ji ber ku wê herî dawî ev yek wiha bike, tiştên biyanî bikevin guhê zarokên me de. Yan jî çanda neteweke din têkelî çanda pewerdeya welatê me bibe ku ev jî nayê qebûl kirin. Divê Hikûmeta Herêmê ku xwe xwediyê vê herêmê dibîne pêşiya vê tevgera dagirkeran  bigire.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar