Hewldana Jinan a Navneteweyî xwedî li Leyla Guven derket û xwest ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin. Her wiha hewldana jinan bang li saziyên berpirsyar ên navneteweyî jî kir ku li dijî tecrîdê berpirsyariya xwe bi cuh bînin
Hewldana Jinan a Navneteweyî ji bo hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 83 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye bi sernavê ‘Jiyana Leyla Guven rizgar bikin’ daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (AGÎT) jî tê de divê saziyên Ewropayê li hemberî rejîma otokratîk a serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan têkevin nav hewldanan û berpirsyariya xwe ya polîtîk bi cih bînin û ev tişt anîn ziman: “Saziyên Ewropayê li hemberî otorîterbûna Tirkiyeyê rexneyên tund bike jî ji bo zextên li ser Erdogan tu çalakiyeke watedar nakin. Ji ber vê jî li welat krîza di warê mafên mirovan û hiqûqê de kûrtir dibe. Em bi taybetî bang dikin ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.”
Herî dawî hewldana jinan wiha bang li jinan û rêxistinên navneteweyî kir: “Em ji bo Leyla Guven li her dera cîhanê kampanyayên hevgirtinê li dar dixin û hewl didin jiyana wê rizgar bikin. Ji ber vê jî em dixwazin hevgirtina bi çalakgerên greva birçîbûnê geştir bikin. Ji kerema xwe re bang li hikûmetên xwe bikin û ji wan bixwazin ji bo ku hikûmeta Tirkiyeyê hurmetê nîşanî mafên Leyla Guven û Abdullah Ocalan bide, bila nameyan bişînin.”