Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hewldana revê ya jinên DAIŞ’î vala derxistin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Kampa Holê hewldana 5 jin û 18 zarokên DAIŞ’iyan vala derxist. Dema ku kom ber bi sînorê Iraqê ve diçû hatin girtin

Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê re, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê û malbatên wan jî ketin nava liv û tevgerê. Di vê çarçoveyê de dewleta tirk bi taybet jî girtîgeh û kampên ku çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan lê tên girtin da ku birevin. Her wiha malbatên DAIŞ’iyan ên li Kampa Holê jî ketin nava hewldanên revê. Heta niha gelek hewldanên malbatên DAIŞ’iyan ji hêla hêzên ewlekariyê ve vala hatin derxistin.

Kampa Holê 45 km’yan li rojhilatê Hesekê dikeve û ji mezintirîn kampên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Zêdetirî 71 hezar koçber lê tên girtin û ji van jî zêdetirî 40 hezar jê malbatên DAIŞ’iyan in. Li gorî agahiyên ji kampê, komeke jinên DAIŞ’ê ku ji 5 jinan û 18 zarokan pêk dihat, şevê din di saetên dereng de hewl dan ku ji kampê birevin û ber bi xaka Iraqê ve biçin. Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li kampê ev hewldan vala derxist.

Gelek hewldan vala hatin derxistin

Berpirsyaran da zanîn ku koma ku hewlda bireve ji eslê xwe alman, tirk û ozbek in û di kuna ku li dîwarê kampê vekirin re hewl dan birevin. Berpirsyaran got ku der barê mijarê de lêpirsîn dane destpêkirin. Di heman demê de hêzên ewlekariyê di 19’ê cotmehê de hewldana 14 jinên DAIŞ’î û di 20’ê cotmehê de jî hewldana revê ya 32 jinên DAIŞ’î vala derxist.

DAIŞ li Girê Spî vegeriya

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di encama alîkarî û topbarana artêşa tirk a li hemberî kamp û girtîgehan de zêdetirî 850 çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan reviyan. Her wiha derket holê ku piştî dewleta tirk Girê Spî dagir kir, çeteyên DAIŞ’ê careke din li herêmê derketin. Hat zanîn ku Emîrê Zexîrê (serçeteyê cebilxaneyê) DAIŞ’ê derket û zêdetirî 150 DAIŞ’î vegeriyan Girê Spî. Çavkaniyan got ku nûçegihanê DAIŞ’ê ku pismamê serçeteyê DAIŞ’ê yê Girê Spî ye, li Silûkê bi dewleta tirk re derket. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar