Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Hewldanên garantorên Astanayê xizmetê ji çareseriyê re nake’

Hevseroka MSD’ê Emîne Umer anî ziman ku civîna dawî ya Astanayê jî mîna yên berê bêencam maye. Umer diyar kir ku divê garantorên Astanayê bi awayeke demokratîk tevbigerin û wiha got: “Divê dest ji feraseta paşguhkirinê berdin. Her wiha hewldanên rejîmê nîşan dide ku çareseriyeke demokratîk naxwaze.”

Di 10 û 11’ê kanûnê de bi tevlêbûna Rûsya, Îran û dewleta tirk 14’emîn civîna Astanayê li Kazaxistanê hate lidarxistin. Civîn bêencam bi dawî bû. Lê tevî vê yekê jî aliyên tev li civînê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tawanên cuda sûcdarkirin. Têkildarî mijarê hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîna Umer ji ANHA’yê re axivî.

Emîna Umer anî ziman ku encamên civîna Astanayê ya dawî jî mîna yên berê bû û wiha got: “Tu encamên şênber ji civînên Astanayê derneketin. Di civînê de careke din Rêveberiya Xweser bi parçekirina Sûriyeyê hate tewanbarkirin. Em jî van îdiayan red dikin û helwesta grantorên Astanayê neyinî dinirxînin. Li şûna pêşxistina  çareseriyê, bandoreke neyinî li  çareserkirina aloziyê dike. Sedema vê jî ew e ku projeya Rêveberiya Xweser ku vîna gelên herêmê temsîl dike û aloziyê çareser dike, paşguh kirin.”

Helwesta rejîma Sûriyeyê

Têkildarî daxuyaniyên rejîma Sûriyeyê yên der barê projeya Rêveberiya Xweser de jî Umer ev tişt destnîşan kir: “Rejîma Sûriyeyê bi daxuyaniyên xwe yên der barê projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk de bi temamî ji rewşê dûr e. Ji ber ku Rêveberiya Xweser, di dirêjahiya temenê aloziyê de yekitiya xaka Sûriyeyê parast û di nava saziyên xwe de xizmet pêşkêşî welatiyan kir. Tewanên rejîmê nîşan dide ku diyalogan ji bo pêşxistina çareseriya aloziyê nakin. Naxwazin destûreke ku xizmetê ji hemû gelan re peyda bike, bê amadekirin.”

Nêzikatiya garantorên Astanayê

Umer da zanîn ku ew xwedî projeyeke niştimanî ne û wiha pê de çû: “Ji bo çareserkirina aloziyê em xwedî nêrîneke siyasî ne. Em banga diyalogên navxweyî dikin. Divê garantorên Astanayê, rêbazên leşkerî ku bûn sedema wêranî, komkujî û koçberiyê tercîh nekin. Ji bo vê jî divê dest ji hişmendiya paşguhkirinê berdin, hêzên li derveyî xwe qebûl bikin û bi awayeke demokratîk nêz bibin. Ji bo diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û rejîmê de Rûsyayê tu garantî nedane. Hewldan di asta daxuyaniyan de dimînin. Rûsyayê heta niha jî tu garantiyek pêşkeş nekiriye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar