Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Hewlêr bûye hêlîna MÎT’ê: Jiyana kurdan di xetereyê de ye

Parlamentera HEDEP’ê Bêrîtan Guneş diyar kir ku MÎÎT 29'ê cotmehê hewl daye êrîşî nûnetiya wan Hewlêrê bike û wiha got: "Kurdên bakurê Kurdistanê ji ber gef û metirsiya MÎT’ê penaberî başûrê Kurdistanê bûn, lê niha li başûrê Kurdistanê jî gefên MÎT’ê li ser wan berdewamin. Jiyana kurdan di xetereyê de ye."

Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya başûrê Kurdistanê der barê gef û zextên li ser jiyana endam û alîgirên HDP’ê de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Parlamentera HEDEP’ê Bêrîtan Guneş ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li başûrê Kurdistanê gef û metirsî li ser jiyana alîgirên HDP’ê yên li başûrê Kurdistanê hene, ji bo wê erkê hikûmetê ye ku jiyana endam û alîgirên HDP’ê biparêze û wiha hate gotin: “HDP bi awayekî demokratîk xebat û çalakiyên siyasî lidardixe. Her wiha HDP li her çar beşên Kurdistanê ji bo mafê gelê kurd têdikoşin. Endam û alîgirên HDP’ê yên li başûrê Kurdistanê ne rehetin. Kurdên bakurê Kurdistanê ji ber gef û metirsiya MÎT’ê penaberî başûrê Kurdistanê bûn, lê niha li başûrê Kurdistanê jî gefên MÎT’ê li ser wan berdewamin.”

Guneş diyar kir ku di 29’ê cotmehê de di sedsaliya damezrandina Komara Tirkiyeyê de, çend kesan çavdêriya Navenda Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê dikirin, hewl didan êrîşî HDP’ê bikin û endaman qetil bikin, lê planên wan negihiştin serî.

Guneş anî ziman ku divê desthilat û hikûmeta Herêma Kurdistanê jiyana endam û alîgirên HDP’ê yên li başûrê Kurdistanê biparêze û wiha got: “Divê hikûmet komplogerên li pişt van bûyeran diyar bike û ceza bike. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafê mirovan û aliyên peywendîdar dikin, rê nedin ku jiyana penaberên siyasî bikeve bin gef û metirsiyan de. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nede ku başûrê Kurdistanê bibe cihê terorkirin û qetilkirina kurdan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar