Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Hewlêr bûye landika kujerên kurd’

Welatiyên Başûrê Kurdistanê têkildarî êrîşên terorî yên dewleta tirk a dagirker û hevkarê xayîn PDK'ê yên li dijî penaberên siyasî axivîn û gotin: "Kujer û êrîşkar jî bi hêsanî diçin Tirkiyeyê yan jî li hinek cihên Hewlêra ku bûye landina wan, xwe lê diveşêrin.” 

Di 9’ê hezîranê de li dijî endamê Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê Huseyîn Arasan, li ber avahiya komeleya wî êrîşek terorî pêkhat, Arasan destpêkê bi giranî birîndar bû. Lê piştî 17 saetên di bin çavdêriya hûr ya doktoran de, di berbanga sibeha 10’ê hezîranê de tevî hemû hewldanên tibî yên doktoran, şehîd bû. Li ser wesiyeta wî, cenazeyê wî bi merasîmek girseyî ji Silêmaniyê birin Qendîlê û li goristana şehîdên Binarê Qendîlê hat spartin. Ev jî li başûrê Kurdisatnê dibe heftemîn êrîşa terorî ya MÎT’a dewleta tirk ya dagirker û hevkarê xayîn PDK li dijî penaberên siyasî û azadîxwazan.

Di derbarê êrîşên terorî yên MÎT’a dewleta tirk ya dagirker yên li dijî penaberên siyasî û azadîxwazan yên li başûrê Kurdistanê de, Endamê Tevgera Azadî, Azad Mehmûd ji Rojnews’ê re axivî. Mehmûd da diyarkirin ku dewleta faşîst û dagirker ya tirk her tim hewla tunekirin û qirkirina gelê kurd daye û wiha dewam kir; “Dewleta tirk ya dagirker bi her awayî dijayetiya gelê kurdê azadîxwaz dike. Di çeperên li eniyên pêş yên şer de li beramberî gerilayên azadiyê artêşa tirk ya dagirker şikestinek mezin û dîrokî xwariye. Lewra dest bi kiryarên tirsonek yên wekî bombebaran, bikaranîna teknolojiya leşkerî û êrîşên terorî yên li dijî kesayetên siyasî dikin.”

Azad Mehmûd di dewama axaftina xwe de wiha got; “Diviya bû başûrê Kurdistanê ji bo hemû çalakvan, azadîxwaz, welatparêz û kesayetên siyasî re bûba landikek ya parastina wan. Lê ji ber ku desthilata başûrê Kurdistanê rêya hatina dijmin ya di nava xaka başûrê Kurdistanê de xweş dike, hemû çalakvan, azadîxwaz, welatparêz û kesayetên siyasî bi êrîşên terorî yên dewleta tirk re rûbirû dimînin. Lewra metirsî zêdetir dibin. Ji ber ku hêz û dezgahên ewlekariyê yên herêma başûrê Kurdistanê kujer û êrîşkarên dewleta tirk, binçav nakin û ji aliyê wan ve nayên dadgeh kirin û nayên girtin. Kujer û êrîşkar jî bi hêsanî diçin Tirkiyeyê yan jî li hinek cihên Hewlêra ku bûye landina wan, xwe lê diveşêrin.”

Têkildarî heman mijarê Mam Hacî yê bavê Şehîd Başûr dîtinên xwe ji Rojnews’ê re anîn ziman û wiha axivî; “Ez weke bavê şehîdekê, van kiryarên dewleta tirk a dagirker bi hovane û dirindane dibînim. Dewleta tirk a dagirker li başûrê Kurdistanê kesên azadîxwaz û penaberên siyasî di encama êrîşên terorî de şehîd dike. Hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê û hikûmeta federal ya Iraqê jî li beramberî van êrîşên dewleta tirk a dagirker û şehîdxisitna hevalên me yên azadîxwaz, bêdengin. Ev zilm û karesatek gelek mezine.”

Bavê Şehîd Başûr ku weke Mam Hacî tê naskirin axaftina xwe wiha bidawî kir; “Divê hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê û hemû partiyên siyasî baş bizanin ku, ev kiryarên dewleta tirk a û bêdengiya wan li beramberî van kiryarên qirker yên dewleta tirk a dagirker, bi tu awayî nayên qebûlkirin. Ev kujerane girêdayî MÎT’ê ne, îro kesên sivîl yên ji Bakur, sibê yên Rojhilat û dusibe jî wê yên rojavayê Kurdistanê şehîd bikin. Evane dixwazin şerek yê navxweyî di navbera gelê kurd yê her çar parçeyên Kurdistanê de, derbixin. Herwiha dixwazin bi van kiryarên xwe yên hovane û qirker, gelê kurd yê her çar parçeyên Kurdistanê li hev bikin dijmin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar