Li başûrê Kurdistanê di nava du salên dawî de qetilkirina welatparêz û pêşengên kurdan zêde bûye. Yên vê yekê dikin jî kontrayên dewleta tirk in. Yên dibin sedema vê yekê jî rêveberiya li başûrê Kurdistanê ye. Ji Hewlêrê ev êriş têne organîzekirin. Ji bo dewleta tirk hewce bi Enqerê tineye ku ji wê derê êrişan organîze bike. Ji ber ku êdî Hewlêr jî bûye bajarekî wan. Ev yek nîşan dide ku ti ferqa Enqere û Hewlêrê ji bo dewleta tirk nemaye.
Dewleta tirk axa başûrê Kurdistanê beşek ji erdnîgariya xwe dibîne. Gava em li liv û tevgera dewletê dinêrin ev yek xuya dike. Her salê bi dehan baregehên leşkerî ava dike. Bi riya van baregehan dagirkeriya xwe ji aliyê çandî, fizîkî û civakî dixe meriyetê. Derdekî rêveberiya başûr ji bo vê dagirkeriyê tineye. Mirov kare bibêje ev yek li hesabê wan jî tê. Eger ne bi vî rengî bûya wê çawa destûra dagirkeriyê hatiba dayîn. Balafir, tank û topên artêşa tirk ji Tirkiyê derdikevin û yekser derbasî ser axa başûr dibin. Ji bo vê yekê destûrekê naxwazin. Wekî ku ji Enqerê biçin Stenbolê yekser derbas dibin. Ji bo dewletê tu ferqa Enqere û Hewlêr nemaye.
Ji ber vê yekê mirov nikare bibêje Hewlêr bajarekî di bin kontrola rêveberiya başûr de ye. Rêveberiya li wê derê ango malbata Barzanî Hewlêr firotine. Wekî sembolîk em dibêjin Hewlêr, lê tevahiya axa li başûr niha di bin kontrola Erdogan de ye. Çiqasî bixwaze ewqasî eskerên xwe li wan deveran bi cih dike û dagirkeriya xwe pêş dixe. Wê demê çima behsa Kurdistanê dikin ? Li devereke ku dehan baregehên leşkerî lê hene çawa dibe herêmeke federe ?
Malbata Barzanî axa başûrê Kurdistanê wekî milkekî dibîne û li gorî xwe difroşe û dixe bazariyê. Tu carî ruhekî netewî bi wan re çênebûye. Ew tenê dixwazin bêrîka xwe dagrin û li kêfa xwe binêrin. Piraniya civaka li başûr jî vê yekê dizanin. Di rewşeke wiha de çawa li dij dernakevin û çima dengê xwe nakin ? Eger îro dengê xwe nekin, sibê jî heqê wan namîne ku li xwe bipirsin.
Ji bo statuya li başûrê Kurdistanê mirov nikare bêje herêmeke federe. Herêmek ku di bin kontrola malbata Barzanî de ye. Li gorî dilê xwe bi rêve dibin û di bin kontrola dewleta tirk de ye. Îradeyeke wan a siyasî tune ye. Di dema hilbijartinê de jî yekser alîkariya Erdogan kirin. Li şûna ku li cem gelê xwe cih bigirin, li cem dagirkeran cih girtin. Ji ber vê rewşê ye ku Hewlêr jî veguherandine navendeke kujerên kurdan. Çiqas kujer û çete hebin li Hewlêrê bi cih kirine. Tevahiya sazî û dezgehên xwe jî xistine bin xizmeta şerê taybet.
Çapemenî û ragihandina li başûr jî xizmeta dagirkeriyê dike. Tiştekî bi navê Kurdistanê nehiştine. Çandeke ku xizmeta modernîteya kapîtalîst dike pêş xistine. Bêguman ev yek ne tiştekî mayînde ye. Bi guhertine desthilatdariya başûr re ev rewş dikare were guhertin. Ji bo vê yekê jî helwesteke netewî lazim e. Divê xelkê me yê li başûr dengê xwe li dijî vê rêveçûnê derxîne. Ne mumkune ku civak pergaleke bi vî rengî ya riziyayî dixwaze. Xelkê me yê li başûr raperîn û serhildan dîtine, komkujî, qirkirin û berxwedan dîtine. Xelkê me yê li wê derê zilmeke bi vî rengî heq nake. Lewma jî pêdivî bi guhertinê heye.
Divê gelê me yê li başûr destûr nede ku kontrayên dewleta tirk welatparêz û şoreşgerên Kurdistanê qetil bikin. Dij derketina vê yekê erkeke niştimanî ye. Ma wê çawa destûr bidin ku Hewlêr ji destê wan biçe. Dewleta tirk çawa ku çav berdaye Kerkûk û Mûsilê, bi heman rengî çavê xwe berdaye tevahiya axa başûrê Kurdistanê. Yê ku destûra vê yekê dide jî rêveberiya başûr e. Wê demê mafê xelkê heye ku axa ji dagirkeran biparêze. Li dijî wan kontrayên dewleta tirk helwesteke şoreşgerî lazim e. Nayê qebûlkirin ku rê li ber dagirkeriyê were vekirin û nayê qebûlkirin ku destûra qetilkirina şoreşgerên Kurdistanê bê dayîn.