Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Hewlêr û serdana Erdogan

Çima Hewlêr? Ji bo çi? Qaşo referandûm çêkirin û doza serxwebûnê dikirin. Qale kurdîtiyê dikirin û digotin divê li hember dijmin kurd bihêz bin û hwd. lê gelo kî dijminê kurd e? 21’ê nîsana 2024’an li Hewlêrê ala dewleta tirk hat hildan. Ev roj divê neyê ji bîrkirin û kengî û kê ji serkirede û berpirsên PDK û Hewlêrê qale kurdîtiyê kirin, divê ev mijar li rûyê wan bê xistin. Li ser dîwarên keleha Hewlêrê rengê xwînê hebû ku di nava wê de qîrîna zarokên kurd dihat. Keleha Hewlêrê ku ji sembolên kurdîtiyê û vî bajarî ne, bi ala dewleta tirk hat pêçan. Wiha pêşwaziya qatilê  pêşmerge Serwer Qadir ê ji gundê Nawirdaroka Sîdekanê ku çend roj berê bi balafirên şer ên dewleta tirk şehîd bû kirin. Dîwarên vê kelehê bi van kiryaran kirin erd û wekî ku pezekî serjêbikin, kurd ji serokê tirk re dîsa kirin qurban. Ev mabû û ew jî kirin û radibin dibêjin siyaset e. Lê bertekên li ser tevna civakî derketî pir xuya bûn û her kurdekî ku dilê wî dişewite û bi rûmete, xwedî helwest bû. Hinek kesên ku navê rewşenbîr, nivîskar û çalakvan li wan hatiye kirin, xwestin vê rewşê normal bidin xuyakirin û bibêjin ya ku tê kirin protokol û sîyasete lê av bi bêjingê nayê girtin.

Em werin aliyê din ê vê serdana serokê tirk Erdogan ji Bexda re û pêşwaziya li Hewlêrê. Ji xwe serdan li Bexdayê bû û dewleta tirk di sêrî de ji bo berjiwendiyên xwe yên aborî û şerê li dijî kurdan û PKK li wir bû. Lê serdana Erdogan a li Hewlêrê li gorî nivîskarekî Rojnameya Huriyet a tirk ku belav kirî, ew li ser daxwaza PDK’ê bûye. Ji xwe zêde mijarên nû ku ew li ser lihevbikin tune û mijara ku dewleta tirk peywendiyên xwe li gel Hewlêrê dibîne, şerê li dijî PKK û Rojavayê Kurdistanê ye û di vê de jî di nava wan de pirsgirêk tune. Çapemeniya tirk li ser navê serokkomariyê ji xwe daxuyanî da û qale peymanên li Bexda hatine îmzekirin kir. Lê derbarê serdana li Hewlêrê de qale tiştekî berbiçav nekir. Me dît ku çend wêne girtin û belav kirin û di çapemeniyê de her kesî ev serdan dît. Aliyên serdanê ku bên binirxîne jî hene.

Ya yekem, ev demeke dewleta tirk zextê li YNK’ê dike ku wê di şerê li dijî PKK’ê de bîne aliyê xwe û her rêbaz ceriban. Şandeyeke PDK’ê şand Silêmaniyê, YNK’ê qebûl nekir û helwesta xwe zelal kir û paşê bi riya çapemeniyê Silêmaniyê tehdîd kir lê helwesta Serokê YNK’ê Bafil Telebanî zelal bû û ji bo kurdan cihê serbilindiyê bû. Li gorî em rewşê dişopînin, ji xwe serdana Erdogan a Hewlêrê yek jê ji bo zêdekirina zextên li ser Silêmaniyê bû. Dîsa ji bo PDK’ê jî bibêje binêrin; peywendiya min bi dewleta tirk re heye û ew li pişt min e. Lê gelo komkirina artêşê li ser sînor di dema qaşo Refarendoma serxwebûnê de ji bîra wan çû?

Dîsa piştî vê serdana Erdogan, qale “Herêma bi Ewle” ku ji 30 heta 40 KM di kurahiya başûr û rojava de ye divê were dagirkirin hat kirin û ew jî girêdayî projeya riya ticaretê ku dewleta tirk behs dike ye. Ji xwe beriya demekê li ser vê mijarê ji Fermandarên HPG Bahoz Erdal eşkere kiribû ku dewleta tirk di projeya wê de ji dergeha Tilkoçer a rojavayê kurdistanê li ser sînorê bi Îraqê re heta xeta sînor a bakurê Kurdistanê dagirk bike heye da riya xwe temam bike û ji bo wê di nava tevgerê de ye.

Erdogan û dewleta tirk dixwazin bi vî awayî herêmê hemû dagir bikin û hin aliyên Iraqê û PDK ji xwe re bike amûr. Lê gelo tenê dewleta tirk li qadê heye û hema çi bixwaze karibe bike?

Nûçeyên Têkildar