Gelê kurd neçarê berxwedaneke bênavber e. Ji ber ku êrîşkar bi pergal in, organîze ne, bi îştah in. Serdest dizanin ku kêlikek bisekinin, rojekê navber bidin, demekê rawestin dê pergala wan a zilm û zordariyê têk biçe.
Derbeya qeyûmê cardin vê yekê aşkera kir. Li cihê ku ew navber nadin êrîşan, ew dev ji serdestî û êrîşkariya xwe bernadin û ew hemû rêbazên zilmê bi kar tînin ên ku di rêya azadiyê de dimeşin jî nikarin dev ji têkoşîn û berxwedanê berdin.
Dibêjin ku gelê kurd di berxwedanê de westiya ye, dibêjin ku gel neçar e ku jiyana xwe ya rojane bidomîne, dibêjin ku têkoşîna 30 salan gel ji mecal xistiye. Rast e jiyan ji aliyek ve diherike, pêwistiyên mirovî hene. Lê rastiya têkoşînê rastiya heqîqeta gelê kurd e. Gelê kurd divê ku jiyana xwe li gor rastî û neçariya têkoşînê sererast bike. Jiyana bêberxwedan li gelên bindest heram e. Jiyana bêberxwedan qebûlkirina koledariyê ye. Di vî warî de dirûşma “Berxwedan jiyan e” rêya rastiyê nîşan dide.
Ji bo vê yekê jî bi hezaran sedemên gelê kurd hene. Dibe ku ferdekî/e gelê kurd vê heqareta serdestî û zordariyê qebûl bike? Qebûlkirina vê heqaretê têkçûna kesayetiya kurd e. Ji bo vê yekê kurdan di 40 salan de berdelên bêhempa dan. Bi hezaran ciwanên kurd di rêya azadiyê de canê xwe feda kirin. Kî dikare vê rastiyê tune bihesibîne?
Jixwe serdest her tim bi êrîşan vî îradeya gelê kurd dipîvîn. Car caran di vî warî de dibe ku pêşengên siyasî bikevin nav qelsiyan. Lê hesesiyata gel li pêşiya fêrbûna aktorên siyasî ye. Binêrin roja dema ku derbeya qeyûm hate îlankirin, ewil dayikeke kurd li ber derê şarederiyê bertêk nîşanê vê derbeyê da. Belê parlamenter û hilbijêrin siyasî ji roja ewil vir ve li kolanan e. Lê dayik û xortên bi xîret bi rojan e li gel hemû êrîşan israra berxwedanê didomînin. Ev ruhê serfiraziyê ye. Gelê kurd newestiyaye, êdî demeke nêziktir serkeftin û serfiraziyê dixwaze. Bêtehemiliya gel ev e.
Pergal jî vê rastiyê dizane û lewma dema ku darbe îlan kirin di heman demê de dest bi binçavkirinan kirin. Her derê Kurdistanê bi maşînên zirxî dorpêç kirin. Xwestin ku kurd nikaribin derkevin kolanan. Bi rojan kesên binçavkirî bernedan. Hesab dikirin ku dê kurd 2 rojan hêrsa xwe bînin ziman û pişt re vekişin malên xwe û derbeyê qebûl bikin. Lê êdî dem û dewran ne wek berê ye. Gelê kurd dev ji destkeftiyên xwe yên ku bi berdelên mezin bi dest xistine bernade. Dîmena berxwedanê, hêviya serfirazî serkeftinê gur û geştir dike. Dê derbe têk biçe, dê îradeya gel bi ser bikeve. Îradeya gelê kurd dê îradeya derbekaran bişikîne.