Em li meha adarê binêrin, dibînin ku kurdan serî rakiriye û her li ser wan komkujî pêk hatine. Kurd di van rojên wan ên pîroz de kuştine û xwestine pişta wan bişkînin û nehêlin careke din serê xwe rakin. Hêzên dagirker dema plana van êrîşan datînin, Kawayê Hesinkar jî tînin bîra xwe. Ji ber ku ew ji wê (serhildana kurdan) ditirsin, lewma bi vî awayî êrîş dikin.12’ê Adarê êrîşa li ser ciwanan li Qamişloyê, kurdan veguheran serhildanê, 16’ê Adarê komkujiya Helebceyê rejîma Baasê anî sêdarê û dîsa 18’ê Adarê êrîşa li ser Efrînê û dagirkirina wê jî ew ê kujer û dagirkeran rojekê bîne û hesabê vê yekê bixwazin. Baasa Iraqê, Baasa Şamê li ku bin, wê AKP’a ku niha serkêşiya desthilatê dike jî li wir be. Van dagirkeran her xwestin dîroka Newroza kurdan bikin şîn, dil û pişta kurdan bişkînin da ku nefikirin careke din Newrozê pîroz bikin. Lê çi bûye û kê çi kiriye, kesî nekariye agirê ku di 21’ê Adarê de pê dikeve vemirîne.
Divê kurd ji bîr nekin ku rast e komkujî bi destê dagirkerên li ser Kurdistanê pêk tên, lê yên ku van dagirkeran destek dikin û xwe ji van komkujiyan re bêdeng dikin û nahêlin tu kes dengê xwe jî derbixe hene. Ew in hêzên ku di komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber Ocalan de li ser gelê kurd de cih girtin ên van komkujiyan de jî xwedî rol in.
Hinekî nezaniya kurdan jî heye ku zû dijminên xwe ji bîr dikin. Zana û rêberên kurdan jî dixwazin bi rengên cûda bixin bin kontrola xwe. Lê yê ku nehat rêya wan û qebûl nekir bibe leşker ji wan re, ev 22 sal in li Girava Îmraliyê girtiye. Rêber Ocalan di parêznemeyên xwe yên ku ji bo DMME’ê pêşkeş kir de jî rastiya sîstemê hemû aşkera dike. Bi van rastiyên heyî kurdên li derve jî bûn xwedî wê zanebûnê ku bizanin çi li dora wan diqewime.
Her adarê êrîşî kurdan kiriye û di vê adarê de jî xwestin. Nikaribûn êrîşeke raste rast a li ser kurdan pêk bînin, lê vê carê îdîayên derbarê jiyana Rêber Ocalan de belav kirin. Wer xuyaye yên li pişt van îdîayan dixwazin binêrin ka kurd heta çiqasî bi Rêber Ocalan ve girêdayî ne. Gelo xwestin bizanin ka sîstema Îmralî û tecrîda li ser Ocalan çiqasî encam girtiye û qutbûna nava gelê kurd û Ocalan bandor kiriye? Xwestin ji kurdan re bibêjin ku jiyana Ocalan di destê me de ye û tişta ku em bixwazin dikarin bikin.
Her gotina wan çi be jî her kes bertekên gelê kurd ji bo Rêberê xwe li qadan dibîne. Hemû parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê kurd li ser pêyan û qadan in. Ji kesî bawer nakin û wê bawer nekin. Ji ber ku hêzên serdest qala aştiyê dikin û Rêberê kurdan bi mirinê tehdît dikin. Papa di bin navê aştiyê de dişînin başûrê Kurdistanê û Iraqê, lê ji bêbextî û tecrîda li ser Rêberê gelekî re çavên xwe digirin. Papa ger ji bo aştiyê hat Rojhilata Navîn, çima neçû Îmraliyê û serdana Ocalan nekir? Dengê aştiyê li wir dertê û li wir banga aştiyê tê kirin. Lê divê kurd jî bi hemû beşên xwe vê rastiyê bizanibin, heta ku Ocalan girtî be û li Îmraliyê be, dê qirkirina kurdan jî bidome. Dengê ku qirkirinê disekinîne Rêber Apo ye. Rastî ev e.