Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Heyder Şeşo dixwaze şerê êzidî bi êzidî bide destpêkirin

Di 15’ê hezîranê de dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê pêleke nû ya êrîşan li Şengalê da destpêkirin. Meclisa Gel a Sinûne rastî êrîşa balefiran hat û di encamê de zarokekî êzidî yê 12 salî şehîd ket, 7 kes jî birîndar bûn. Li hemberî vê êrîşê ku sûcê mirovahiyê ye ne ji hêzên navneteweyî ne jî ji hikûmeta Iraqê bertek an jî helwesteke cidî pêş neket. Zarokekî êzidî li ber çavê hemû cîhanê hat kuştin lê deng ji kesî derneket. Ew welatên ku jenosîda li ser êzidiyan di parlamenên xwe de nas kiribûn xwe ker û lal kirine.

Beguman ev bêdengî ne bêsedem e, li Kurdistanê plana qirkirina gelê kurd berdewam e û êrîşên li ser civaka êzidî jî bi vê siyasetê ve girêdayî ye. Lê di vê êrîşa dawî ya Sinûnê de çend xalên girêng hene ku lazim e were destnîşankirin. Liv û tevgera PDK’ê û komên pê ve girêdayî yên li Şengalê, daxuyaniyên ku bi devê Heyder Şeşo têne kirin armanca esasî ya vê êrîşa dawî, bi zelalî radixe ber çavan.

Ji xwe, Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê piştî vê êrîşê bi daxuyaniyekî da zanîn ku, beriya êrîşê bi çend rojan MÎT’a tirk û dezgeha istixbaratê yê PDK’ê parastin, li Hewlêrê kom bûne û hin kesên ji Şengalê jî beşdarî vê civînê bûne. Ev agahiyek gelek girîng e ku lazim e detayên wê bi her awayî were zelalkirin. Ji ber ku bi vê êrîşê re, PDK li Şengalê dest bi siyaseteke pir xeter kiriye û lezê daye polîtîkayên şerê taybet.

Plansaziya nû ya PDK’ê li Şengalê ew e ku di nav civaka êzidî de alozî û tevliheviyan derxe û eger karibe di nav êzidiyan de şer û pevçûnê bide destpêkirin. Eger karibe bi destê çend komên kirêkirî bandor li ser hin beşên civaka êzidî bike û wan li dijî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser rake. Di 15’ê hezîranê de hema piştî êrîşê bi demeke kurt komên girêdayî PDK’ê bi carekê re ketin tevgerê û berê xwe dan navenda Asayîşa Êzîdxanê ya li Sinûnê. Hê şehîd û birîndarên vê êrîşê di nav kavilan de bûn, komên girêdayî PDK’ê li şûna ku ji dagirker û îxanetkaran hesab bixwazin çûn dora avahiya asayîşê dorpêç kirin.

Ev siyaset ji me re hîç ne xerîb e, ev siyaseta PDK’ê ye ku li başûrê Kurdistanê dimeşîne. Her ku dewleta tirk a dagirker êrîşê qadên gerîla an jî kesên sivîl bike, PDK hebûna PKK’ê ya li herêmê wekî sedema êrîşan nîşan dide. Ango li şûna ji dagirkeran hesab bixwaze, hêzên azadiyê sûcdar dike. Bi vî rengî hem êrîşan rewa nîşan dide hem jî rê li ber êrîşên nû vedike. Niha ev siyaset li Şengalê jî di meriyetê de ye û vê carê malbateke din a noker derdikeve pêş ku jê re tê gotin Malbata Şeşo.

Wekî nasname, çi cudahiya malbata Barzaniyan û malbata Şeşo ji hev nîne. Ji xwe malbata Şeşo bi salan e ku di bin berjewendiya Barzaniyan de kar dikin. Rola malbata Barzaniyan li başûrê Kurdistanê çi be, rola malbata Şeşo jî li Şengalê ev e. Dewleta tirk a dagirker bi destê PDK’ê dixwaze şerê kurd bi kurd pêş bixe, yekitiya neteweyî parçe bike. Malbata Şeşo jî li Şengalê niha hewl dide ku zemîna şerê êzidî bi êzidî ava bike û rê li ber tifaqa êzidiyan bigire.

Ev êrîşa dawî ya li Sinûnê, ji ber vê armancê hat kirin û destpêka qonaxeke nû ya êrîşên li ser Şengalê ye. Xuya ye li gel êrîşên hewayî wê lezê bidin polîtîkayên şerê taybet, bixwazin di nav civaka êzidî de tevlihevî û aloziyan derxin. Ji bo vê planê jî erkeke taybet dane Heyder Şeşo ku xwe wekî fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê nîşan dide. Tu eleqeya vî kesî bi parastina êzîdxanê re nîne. Berevajî vê yekê, ev kes bi salan e ku ji bo yekiti û tifaqa civaka êzidî ava nebe çi ji dest hatiye kiriye.

Ji dema fermanê heya niha li hemberî hêzên parastinê hêzên alternatîf ava kiriye, ji bo siyaseteke hevpar a êzidiyan pêş nekeve partiya siyasî ava kiriye, ji hemûyan girîngtir, cihekî wekî Şerfedîn ku piştî Laleşa Nuranî ji bo êzidiyan cihê herî pîroz e, kiriye navenda siyaseta xwe ya qirêj. Şerfedîna pîroz, niha bi destê Heyder Şeşo bûye navenda istixbarata PDK’ê û MÎT’ê. Bi dehan pêşengên civaka êzidî, bi îxaneta van kesan bûne armanca êrîşên dewleta tirk û şehîd ketine. Heya ku civaka êzidî ji îxanetkar û hevkarên dagirkeran hesabê nexwaze wê êrîşên li ser Şengalê berdewam bin.

Nûçeyên Têkildar