Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Heyeta dadgehê: Guhdarkirina Davutoglu fêdê nade dosyayê!

Danişîna doza komkujiya 5’ê Hezîranê ya li Îstasyona Amedê hat dîtin. Parêzeran xwest Serokwezîrê berê û Serokê AKP’ê Ahmet Davutoglu jî bê guhdarkirin. Lê heyeta dadgehê bi hinceta “Fêda guhdarkirina Dovutoglu li dosyayê nabe” daxwaza parêzeran red kir. Heyetê xwest Hevjîna Îlhamî Balî yê DAIŞ’î Hulya Balî ku dema hatibû girtin jî li dosyayê bê zêdekirin

Di 5’ê Hezîrana 2015’an de HDP’a Amedê li Qada Îstasyonê ya Amedê bi tevlêbûna sed hezaran mîtîng li dar xistibû. Çeteyên DAIŞ’ê li qada mîtîngê teqemenî bi cih kiribûn û di nava girsê de teqandibûn. Di êrîşa DAIŞ’ê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Bi sedan kes jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê der barê 5 bersûcan de doz hat vekirin. Danişîna dozê li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê ya Enqereyê hat dîtin. Di danişînê de parlamenterê HDP’ê Kemal Pekoz û mexdûra bûyerê Lîsa Çalan û parêzerên mexdûran amade bûn. Bersûcên girtî Mustafa Kilinç, Îsmail Korkmaz, Orhan Gonder û Burhan Gok ji girtîgehên lê girtî bi rêya (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Heyetê ewil biryara ku 2 dosyayên Lîsa Çalan ên di teqînê de 2 piyên xwe winda kirine bibin yek. Di danişînê de bersûc Orhan Gonder û Mustafa Kılınç, gotinên xwe yên berê dubare kirin û xwestin bên berdan.”

Parêzerên bersûcan xwest Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu yê gotibû “Ger ku defterên di dema 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdara 2015’an de bên vekirin wê gelek mirovan nikarin ji nava vê mijarê derkevin.” bê guhdarkirin. Parêzeran wiha got: “Wê demê me dît ku li Amed, Pirsûs, GAR’a Enqere û Dîlokê teqîn pêk hatin û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev hemû di serdema Serokwezîr Ahmet Davutoglu de pêk hatin. Em dixwazin Davutoglu li hemberî dadgehê amade bibe û bê guhdarkirin.”

Çalan: 3 salin we dengê me nebihîst

Lîsa Çalan jî anî ziman ku 3 salin tê vê dadgehê û wiha got: “Heta niha we dengê me nebihîst. Em li vir bi rojan axivîn. Ez 4 salin êşê dijîm. 4 salin piyên min birîndar in. Êşa du piyên xwe yên tune dijîm. Ez di vê dozê de ji walî, serokwezîr û serokomarê wê demê bi gilî me.”

Heyeta dadgehê piştî darizandinê biryara dewama girtina bersûcan da û daxwaza parêzeran a guhdarkirina Davutoglu jî red kir. Heyetê doz taloqî 15’ê Mijdara 2019’an kir. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar