Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Heyeta dadgehê sûcê îstîsmara zayendî yê Uysaler rewa dibîne’

Jinên beşdarî danişîna polîs Ercan Uysaler ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê zor li jinan dikir ku fihûşê bikin bûn, li ber deriyê Edliyeya Mêrdînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku heyeta dadgehê hewl da ku sûcê îstîsmara zayendî rewa nîşan bide lê ew dê destûrê nedin ku kesên weke îstîsmarkar Uysaler bê sûc bimînin

Danişîna doza polîsê bi navê Ercan Uysaler ê di dema qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de tev li karê fihûşê bû, hate dîtin. Polîs Uysaler xebatkara şaredariyê ya bi navê D.S., bi zorê xistibû tora fihûşê. Pişt re di raya giştî de deng vedabû. Danişîna doza polîsê îstîsmarkar Uysaler li 1’emîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Mêrdînê hate dîtin. Heyeta dadgehê doz taloqî 9’ê çileya 2020’an kir.

Jinên tev li danişînê bûn piştî danişînê li pêşiya Edliyeya Mêrdînê daxuyanî dan. Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê, nûnerên Komeleya Jinan a Rosa, Komîsyona Şopandina Mafê Jinan a Baroya Amedê û endamên Platforma Jinan a Mêrdînê tev li daxuyaniyê bûn. Seroka Odeya Tabîban a Mêrdînê Derya Etem di destpêkê de axivî û anî ziman ku parêzer raste rast xwest ku bersûc rewa bike.

‘Hewl didin sûcê Uysaler rewa bikin’

Piştre jî endama Platforma Jinan a Şahmaranê Gulîzar Îpek axivî û got ku bûyereke bi vî rengî wijdana civakê êşand û wiha pê de çû: “Weke saziyên jinan em ê her dem li dijî îstîsmara zayendî û tacîza zayendî rawestin û têbikoşin. Parêzerên Uysaler xwestin dosyaya wî veşêrin. Xwestin bi sûcê îstîsmara hêsan bê darizandin. Sûc rewa dikin. Em ê şopdarê vê yekê bin.”

‘Qeyûm navê dizî û tacîzê ye’

Herî dawî jî parlamentera HDP’ê Pero Dundar axivî û got ku polîs Uysaler tê parastin. Dundar diyar kir ku qeyûm navê dizî û tacîzê ye û wiha bi dawî kir: “Heta ku Uysaler û yên wekî wî bên cezakirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar