Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Heyeta dagirkeran li Hewlêrê çi dike?

Heyeta ku piştgiriyê dide dagirkirina Efrînê û hevkariya çeteyan dike li Hewlêrê tên pêşwazîkirin. Dewleta tirk ev heyet şandiye başûrê Kurdistanê û armanca serdana vê heyetê ew e ku parlamonteya Herêma Federal a Kurdistanê bibe navenda bicihanîna siyaseta dewleta tirk

Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî di 2’yê sibatê li Pîrmam pêşwazî li şandeya Desteya Bilind a Opozîsyona Suriyeyê ya ji aliyê Enqereyê ve hatî amadekirin kiribû. Şande ji Nesir Herîrî, Ebdul Cebar Egêdî, Îbrahîm Biro, Hewas Egîd, Riba Hebûş û Qasib Xetîb pêk dihat.

Ev kesên ku ji aliyê Mesûd Barzanî ve hatin pêşwazîkirin, dijminatiyê li gelê Rojava dikin û hevkariya çeteya û dagirkeran dike. Peywendiya vê heyetê rasterast bi komên çete yên li gel dewleta tirk Efrînê dagirkirin re heye. Ev heyet derdikevin televîzyonên PDK’ê û pesnên dagirkeran û çeteyan dan. Bênavber dijberiya YPG’ê û rêveberiya rojavayê Kurdistanê dikin.

Armanca hatina vê heyetê ji bo Hewlêr, danîna planek siyasî ye ku bi piştgiriya dewleta tirk dixwazin PDK’ê ji bo pejirandina siyaseta xwe bi kar bînin.

Li gorî vê heyetê DAIŞ ne terorîst e, PKK terorîst e!

Her wiha serokê heyetê Nesir Herîrî li Parlamentoya Herêma Kurdistanê, di hevdîtina xwe ya di 3’yê sibatê ya bi Koma PDK’ê ya li parlamentoyê de pêkanî û îdia kir ku: “PKK rêxistinek terorîst e.” Hevdîtinên vê heyetê li Hewlêrê li gel rayedarên PDK’ê bi piştgiriya dewleta tirk bi rê ve diçin. Armanc ji van hevdîtinan jî ew e ku li bakur û rojhilatê Suriyeyê siyaset û berjewendiyên Tirkiyeyê bidin ferzkirin.

Ev kesên di heyetê de cih digirin, wekî sîwana siyasî ya komên çete yên di adara 2018’an de Efrîn dagir kiribûn tê nasîn.

Ya balkêş ew e ku kesê bi navê Ebdulcebar Egêdî yek ji kesên beşdarî vê heyetê, ji beriya niha di hevpeyvînek li gel qenalekê de gotibû: “Peywendiya me li gel DAIŞ’ê gelek baş e û DAIŞ ne rêxistinek terorîst e û danûstandinên me bi berdewamî li gel wan heye.”

Her wiha Egêdî yek ji wan kesan e ku gelek caran li dijî kurdên Rojava daxuyanî dane û destê wî di komkujiya sala 2013’an a Til Eran û Til Hasel ên ser bi Helebê de heye.

Nesir Herîrî yê ku li gel Mesûd Barzanî hevdîtin kirî, yek ji dijberên alîkariya koalîsyona navnetewî ya bi HSD’ê re kiriye. Beriya niha jî di gelek daxuyaniyên xwe de HSD wek rêxistinek terorîst bi nav kiribû.

Nûnerê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê li Herêma Federal a Kurdistanê Silêman Ereb têkildarî mijarê ji Rojnewsê re axivî û aşkera kir ku vê heyeta xwe weke Desteya Danûstandinkar a Opozîsyona Sûriyeyê daye  nasîn û piştî ku herêmên di bin kontrola xwe de radestî rejîma Sûriyeyê kirin serdana Hewlêrê kirin.

Silêman Ereb anî ziman ku sedema vê siyasetê û hevpeymana wan tu piştgiriyeke cîhanî nîne. Her wiha ji ber ku ev kes Herêma Federal a Kurdistanê û parlamentoyê ji bo hedefgirtina destkeftiyên rojavayê Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe û armancên Tirkiyeyê ku gefa li Sûriyeyê  bi kar tînin nerazîbûna xwe nîşan da.

Li gorî berjewendiyên kurdan nîne

Silêman Ereb diyar kir ku ew heyet nûnertiya yên Efrîn dagirkirin û li hemberî xelkê wê binpêkirin kirin dike û wiha got: “Îro bi hinceta lêgerîna çêkirina herêma aram li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê li Hewlêrê ne, ne li gorî berjewendiyên gelê kurd û gelên din ên Sûriyeyê.”

Ev helwest zirarê dide yekitiyê

Silêman Ereb hêvî kir ku xaka başûrê Kurdistanê û parlamentoya wê nebe cihekî êrîşkirina li ser Rojava û wiha domand: “Her vê parlamentoyê Rojava nas kir. Ev parlamento bû piştgiriya xwe ya ji bo Rojava ragihand. Îro dibe cihekî yê ji bo pêkanîna armancên Tirkiyeyê û rawestandina pêşkevtina gelê bakurê Sûriyeyê. Li dijî yekitiya neteweyî ev karekî weke dijminahiyê ye. Piştî înîsiyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê hêviya me ew bû ku yekitiya neteweyî pêk were. Lê, mixabin em gavên li dijî vê înîsiyatîfê dibînin. Ev di wê baweriyê de me ku dewleta tirk nikare ziyanê bide yekitiya neteweyî.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar