Heyeteke ji HDP’ê li Strasbourgê bi rayedarên CPT’yê re hevdîtin kir. Der barê mijarê de nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropayê Fayik Yagiz diyar kir ku wan rexneyên gelê kurd ji wan re ragihandine û bang kirine ku erka xwe ya li dijî tecrîdê pêk bînin
Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca û nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropayê Fayik Yagizay pêk dihat, bi boneya balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê hatine destpêkirin, li Strasbourg a Fransayê bi rayedarên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) a girêdayî Konseya Ewropayê (KE) re hevdîtin kir.
Piştî hevdîtinê, têkildarî naveroka hevdîtinê Fayik Yagiz agahî dan. Yagiz anî ziman ku wan rexneyên gelê kurd ên ji bo CPT’iyê ji wan re ragihandine û ji bo wezîfeya xwe bikin jî bang kirine. Yagiz diyar kir ku wan daxwaza bi hezaran çalakvanan jî ji rayedarên CPT’yê re vegotine. Yagiz got ku wan destnîşan kir ku bi cih anîna daxwaza gelê kurd a mirovî, erka CPT’yê ye.
Yagiz daxuyand ku wan xwestiye di zûtirin dem de CPT bikeve nava liv û tevgerê û wiha bi dawî kir: “Rayedarên CPT’yê rexneyên me weke ‘neheqî’pênase kiririn. Ji me re gotin ‘em li dijî qada binpêkirina maf û azadiyê ya li Tirkiyeyê ne û dixwazin çareserî pêş bikeve.’ Ji me re gotin ku ew bi rayedarên dewleta tirk re her tim di nava peywendiyê de ne.”