Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Heyeta Iraq û başûrê Kurdistanê li Metînayê lêkolîn kir

Heyeta parlamenteran ku ji bo lêkolînkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û bûyera 5'ê hezîranê çû Metînayê, diyar kir ku xisareke mezin li herêmê bûye û ji bo rawestandina operasyonê bang kir

Navenda Nûçeyan | 

Piştî veguhastina hêza leşkerî ya PDK’ê ber bi Metînayê ve, roja 5’ê hezîranê wesayiteke zirxî ya hêzên çekdar ên PDK’ê hatibû teqandin, di encamê de 5 pêşmerge jiyana xwe ji dest dabûn û PDK’ê jî berpirsyariya vê bûyerê xistibû stuyê HPG’ê. HPG’ê jî bi daxuyaniyekê li ber îdîayan rabû û xwest bûyer ji aliyê heyeteke serbixwe ve bê lêkolîn.

Piştî vê daxuyaniya HPG’ê, heyetek ji parlamenterên hikûmeta navendî ya Iraqê û başûrê Kurdistanê serdana gundên li Metînayê kir û lêkolîn kir. Heyet ji Serokê Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ya Parlamenta Iraqê, 7 parlamenterên Iraqê û 12 parlamenterên rêveberiya başûrê Kurdistanê yên ji komîsyonên pêşmerge, Karên Hundir Ewlekarî, Çandinî, Hawirdor û Tenduristiyê pêk hat.

Daxuyaniya heyetê

Heyetê piştî lêkolîna li herêmê û hevdîtinan, daxuyaniyek da. Li ser navê heyetê parlamenterê başûrê Kurdistanê û Serokê Komîsyona Karên Pêşmergeyan Reving Hirorî daxuyanî da û diyar kir ku piştî hevdîtina bi Waliyê Duhokê, rûspiyên li navçeya Zaxo, herêmên Derkar û Batîfayê, keya û şêniyên herêmê, wan serdana gundên Kestê, Hitor û Çelka yên Amediyê kirine.

Reving Hirorî got ku li van deveran jî wan nêrîna gel wergirtine û piştre bi Midûrê Bajarokê Kanîmasî Serbest Sabrî û keyayên bajarok re axivîne.

Gelek gund hatine valakirin

Di daxuyaniyê de Hirorî anî ziman ku piştî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk gelek gundên li herêmê hatine valakirin û wiha domand: “Mirov neçar man ku malên xwe biterikînin û birevin. Bax, baxçe, darên fêkî şewitîn, zirarê dîtin. Bi rastî jî ji ber şer xisareke mezin li cografya Kurdistanê bûye. Bûyerên diqewimin bandorê li psîkolojiya mirovên kurd ên li herêmê dike.”

Hirorî têkildarî hewldanên artêşa tirk ên ji bo avakirina baregehên leşkerî ya li Başûr ev tişt anî ziman: “Ji bilî hêzên ewlekariyê yên Iraqê û Herêma Kurdistanê em hebûna hêzeke cuda ya leşkerî li vê herêmê rast nabînin. Mîna her hevalên xwe yên di nava vê heyetê de ne, em dixwazin ku xelkê herêmê di nava aştî û aramiyê de be. Mirovên me dixwazin li gundê xwe, li malên xwe bi rengekî aram bijîn. Bawer im ku hemû aliyên li Kurdistanê jî di vê mijarê de hemfikir in. Her kes şer weke sûc dibîne û şermezar dike.”

Her wiha Hirorî  ragihand ku rapora heyetê ya li ser lêkolîn û hevdîtinên li herêmê dê pêşkêşî Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar