Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Heyeta Rojava serdana PJAK’ê kir

Heyeta partî û aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê,  li gel Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) civiya. Di hevdîtinê herdu aliyan bal kişand ser girîngiya yekitiya kurd

Heyeta Rojava ku ev çend roje li başûrê Kurdistanê hevdîtinan bi aliyên siyasî re çêdike, di çarçoveya bernameya xwe de, serdana PJAK’ê kir. Heyet bi hevserokên PJAK û meclisa wê re civiya.

Endamên heyetê ji aliyê Hevserokên PJAK’ê Siyamend Mohînî û Zîlan Vejîn ve hatin pêşwazîkirin. Piştî civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat, Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Suriye Cemal Şêx Baqî, der barê hevdîtinê de agahî dan. Cemal Şêx Baqî destnîşan kir ku PJAK yek ji partiyên herî zêde nêzîkî şoreşa rojavayê Kurdistanê ye û wiha axivî: “Bi taybet di aliyê helwest, fikir û guhertinê de nêzîkahî heye. Em gelek keyfxweş bûn ku me li gel hevserokan û meclîsa PJAK’ê civîn pêk anî.”

Cemal Şêx Baqî destnîşan kir ku ew di civînê de li ser dagirkeriya dewleta tirk a li ser Efrîn û başûrê Kurdistanê, her wiha li ser serkeftin û deskeftiyên rojavayê Kurdistan yên di aliyê leşkerî û siyasî de rawestiyane û got: “Dîsa di civînê de me rewşa niha ya Kurdistanê û herêmê nirxand. di civînê de ev derket pêş ku pêwîste kurd yekitiya xwe çêbikin.”

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn jî bal kişand ser helwesta heyeta rojavayê Kurdistanê û wiha axivî: “Em vê pêngava şandeya rojavayê Kurdistanê pir girîng dibînin. Em niha di qonaxek girîng re derbaz dibîn. Dagirkerên Kurdistanê her ku diçe êrîşên xwe berfirehtir dikin. Li gorî min ev pêngava siyasî ya ji aliyê partiyên rojavayê Kurdistanê ve hatiye avêtin, gelekî girîng e. Em vê yekê weke helwestek yekîtiya netewî ya li dijî dagirkeriyê binav dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar