Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Heyeta TJA’yê serdana malbata Şenyaşar kir

Aktîvîstên TJA’yê serdana nobeta ‘Edaletê’ ya malbata Şenyaşar kirin û diyar kirin ku ew li cem malbatê ne

Xizmên wekilê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz beriya hilbijartina 24’ê hezîrana 2018’an êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşê de Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wî Celal û Adil Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê xwe Fadil Şenyaşar li pêş Edliyeya  Rihayê 16 roj in ‘Nobeta Edaletê’ digirin. Dayik Emîne Şenyaşar, tevî kurê xwe Fatil Şenyaşar bi dowîzên ‘Em Edaletê dixwazin’, ‘Ji bo zarokên min edalet’ û ‘Ez ji bo hevjînê xwe yê li Nexweşxaneya Dewletê hat kuştin û zarokên xwe Edaletê dixwazim’ vekirine û çalakiya xwe berdewam dikin. Ziyaretên ji bo piştgiriya malbatê didome.

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) serdana malbata Şenyaşar kirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, hevseroka DBP’ê ya Amedê Sevval Gulmez jî di nav de gelek aktîvîstên TJA’yê serdana malbatê kirin.

Emîne Şenyaşar bi xemgînî têkildarî tiştên ew pê re rûbirû mane ji şandeya TJA’yê re vegot. Emîne Şenyaşar anî ziman ku xwesteka wan tenê edalet e û wiha got: “Ez li her cihî li edaletê geriyam. Lê belê min edalet nedît. Ez ê tevir bidim destê xwe û betonê bişkînim û li edaletê bigerim, belkî edalet di wir de ye. Lê belê edalet li wir jî tune ye.”

‘Fadil bi awayeke bêedaletî girtî ye’

Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn jî destnîşan kir ku ew li cem têkoşîna malbat dide ne û wiha got: “Her çi dibe bila bibe em ê li cem dayika xwe cih bigirin. Êşa wê êşa me ye jî. Çawa ku ferdên malbatê sê sal berê bêedaletî hatin qetilkirin, îro jî Fadil Şenyaşar bi heman bêedaletiyê girtî ye.”

Li aliyê din endamên Sendîkaya Tum Bel Senê ya Şaxa Rihayê jî serdana malbatê kirin û gotin ew ê piştevanên malbatê bin.

Malbata Îzol

Xizmên wekilê AKP’ê yê berê Zulfîkar Îzol di 15’ê hezîrana 2019’an de li gundê Çeltîkê yê Sîweregê êrîşî malbata  Îzol kiribûn. Di êrîşê de dayik, bav, birazê û jinbira kuştibûn. Dîlan Îzol a AKP’îyan bav, dayik, pismam û amojna wê kuştibûn hat Rihayê û malbata Şenyaşar ziyaret kir.

Dayik Emîne Şenyaşar, di ziyaretê de dîsa lorîk lorandin. Dîlan jî di ziyaretê de wiha got: “Ev pergal wisa naçe. Dûr nêzîk teqez ev edalet wê pêk bê.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar