Heyetek ji bijîşkên başûrê Kurdistanê serdana Nasir Yagiz kir ku 184 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye
Greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya nûnertiya HDP’ê ya Hewlerê hatiye destpêkirin di roja 184’an de ye. Ji aliye din ve greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Nasir Yagiz bi heman armancî daye destpêkirin jî di roja 184’an de didome.
Heyetek ji bijîşkên başûrê Kurdistanê serdana berxwedêrên greva birçîbûnê kirin û rewşa Nasir Yagîz kontrol kirin. Li ser navê heyete Dr. Mecîd Hememîn têkildarî rewşa Yagiz axivî û wiha got: “Em heyetek ji bijîşkên başûrê Kurdistanê hatin serdana çalakiya greva birçîbûnê û Nasir Yagiz ku ev 184 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Rewşa tenduristiyê Nasir gelek xira bûye, lê îrade û berxwedana Nasir van astengiyan derbas dike. Ev çalakiyên greva birçîbûnê çalakiyên medenî ne û ji bo azadiya birêz Ocalan e”
Her wiha Hememîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e hemû xebat û têkoşina Serok Apo bê berçav girtin. Çalakiyên greva birçîbûnê li bakur û başûrê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê bênavber berdewam dikin. Em hatin serdana heval Nasir û me rewşa wî ya tenduristiyê kontrol kir. Em hêvîdar in ku daxwaza Nasir û tevahî çalakgeran were pêkanîn. Bi destpêkirina pêvajoyek nû dê li bakurê Kurdistan û Tirkiye aramiyek ya siyasî derbikeve pêş û bi azadiya Serok Apo re jî dê ev rewş baştir bê dîtin. Em hêvî dikin ku rewşa tevahî çalakgeran baş be.” HEWLÊR