Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Heyva Sor a Kurd: Gelek şehîd û birîndar li Serêkaniyê asê ne

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hesen diyar kir ku hejmareke zêde ya şehîd û birîndaran hê jî li Serêkaniyê asê mane. Hesen bang li hêzên navdewletî kir ku zextê li dewleta tirk bikin da ku korîdoreke mirovî bê vekirin û şehîd û birîndar ji wir bên derxistin

Heyva Sor a Kurd, Xaça Sor a Navneteweyî û Heyva Sor a Sûriyeyê tevî xeteriyên êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê jî, xwe gihandin Serêkaniyê. Heyva Sor a Kurd û Xaça Sor a Navneteweyî 30 birîndar û cenazeyê 4 şehîdan ji nexweşxaneyê derxistin.

Têkildarî mijarê hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hesen axivîn û diyar kir ku ev 3 roj in ew hemû hewldanan dikin da ku birîndar û şehîdan ji nexweşxaneya Serêkaniyê derxînin. Hesen got ku tîmên wan heta niha 4 şehîd û 30 birîndar ji nexweşxaneyê derxistine û wiha domand: “Hêj hejmareke zêde ya şehîd û birîndaran li nexweşxane û malên sivîlan asê mane.”

Bi berdewamî jî Cemîla Hesen ev tişt anî ziman: “Cenazeyê 10 şehîdan hê jî li derdora nexweşxaneyê bûn. Me nekarî derxînin. Em bang li rêxistinên cîhanî yên têkildarî mafên mirovan dikin ku zextê li dewleta tirk bikin da ku korîdoreke mirovî bê vekirin û em şehîd û birîndaran derxînin. Dewleta tirk sûcên şer ên mezin dike. Di rojekê de 17 sivîl şehîd bûn û zêdetirî 75 jî birîndar bûn.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar