Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Heyva Sor a Kurd ji bo koçberên Efrînê bang kir

Heyva Sora a Kurd li gorî derfetên xwe li kantona Şehbayê xizmetê dide koçberên Efrînê û welatiyên herêmê. Xebatkarên Heyva Sor a Kurd da zanîn ku nexweşiyên li herêmê li gorî par pir zêde bûne û banga alîkariyê li rêxistinên navneteweyî kirin

Bi hatina demsala zivistanê re êş û azarên koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê ya dorçêkirî jî zêdetir bûn. Li hêlekî şert û mercên zehmet ên zivistanê û li hêla din nexweşî û nebûna dermanan, jiyana koçberan bêhtir tengezar kiriye. Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd jî li gorî derfetên xwe alîkariyê didin koçberan.

Li kantona Şehbayê 7 navendên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd hene. Ev navend jî li navçeya Ehdas, Ehirs, Til Rifat, gundên Ziyara, Burc Qas û kampên Serdan û Berxwedanê ne. Rojane der dora 150-200 nexweş serî li van navendan didin. Di navendan de 60 endam bi derfetên kêm 24 saetan de dixebitin. Her wiha dewreyên perwerdeyê ya ji bo destwerdana lezgîn jî şêniyan re tê dayîn.

Heyva Sor a Kurd ji komîteyên weke ‘Komîteya Belavkirina Şîrê Zarokan, Komîteya Piştgiriya Derûniyê û Komîteya Perwerdeyê’ pêk tê. Di heman demê de endamên navendê li ser derûniyê jî semîneran didin welatiyan.

Nexweşî li gorî par zêde bûne

Têkildarî mijarê rêvebera Heyva Sor a Kurd a Ehdasê Mecdolîn Zeyno ji ANHA’yê re axivî û wiha got: “Rêjeya nexweşiyan li gorî par ji sedî 70 zêdetir bûne. Di nava kampan de ev rêje heta ji sedî 85’ê jî diçe. Di havînê de nexweşiyên îltihaba made û roviyan zêde dibe. Rojane derdora 50 nexweşên îshal û verişîn û îltîhaba kezebê tên. Di demsala zivistanê de jî nexweşiyên îltîhaba bronşîtê zêde dibe. Ev nexweşî li gorî par, ji sedî 80 zêde bûye. Em bang li rêxistinên navdewletî dikin ku banga alîkariyê dikin.”

Welatiyên bi navên Şefîqa Silêman, Nazilê Dado û Duha Mihemed jî anîn ziman ku Heyfa Sor a Kurd ji wan re dibe alîkar lê derman kêm in. Welatiyan bang li rêxistinên navdewletî kir ku ji wan re bibin alîkar. Welatiyan diyar kir ku ew dixwazin li Efrînê vegerin. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar