Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Heyva Sor a Kurdistanê wê jibo kampanyaya ‘malbata xwişk û bira bixebitin’ bixebitin

Mûrat Vargun, Berdevkê Heyva Sor a Kurdistanê ku kampanyaya xwe ya alîkariyê ya ji bo mexdûrên erdhejê didomîne, got ku dê ji bo avakirina bajarê ji konteyneran, selihandina xaniyên xesardîtî û malbata xwişk û bira bixebitin.

Erdhejên Mereşê yên di 6’ê sibatê de çêbûn, bandor li 11 bajaran kirin. Di erdhejan de nêzî 50 hezar mirov jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran mirov birîndar bûn. Ji her çar aliyê cîhanê ji bo bajarên ku ji ber erdhejê serobino bûne kampanyayaên piştevaniyê didomin. Heyva Sor a Kurdistanê jî kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Heyva Sor a Kurdistanê ku alîkariya lezgîn şandin herêmên erdhejê, alîkariyên ku berhev kirine ji herêmên erdhejê re dişîne.

Alîkariya madî

Berdevkê Heyva Sor a Kurdistanê Mûrat Vargun, têkildarî kampanyaya alîkariyê ya ku piştî erdhejên Mereşê dane destpêkirin axivî. Vargun bilêv kir ku navenda kampnayaya wan bakurê Kurdistanê, Sûriye û Tirkiye ye û got ku di vî warî de alîkariyên madî berhev dikin. Vargun da zanîn ku ew û saziyên li Ewropayê bi hevkarî dixebitin û got: “Heya niha me milyon û 800 hezar euro alîkarî şandiye. Me milyon û 500 hezar euro ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û 300 hezar euro jî ji Rojava û Sûriyeyê re şand. Ev alîkarî gihîştin herêmên erdhejê.

Bi her awayî wê piştevanî bidome

Vargun diyar kir ku li bajarên Bakur komîsyonên wan û li Rojavayê jî komeleyên wan hene û wiha domand: “Me li Bakur ewilî cihên mayinê û zexîre peyde kirin. Ev xebata me hê jî didome. Piraniya mexdûrên herêmê çûne herêmên cuda. Hevalên me ji bo ên çûne herêmên cuda jî dixebitin. Li van deran pêwistiyên wan ên sereke peyde dikin. Em jî li Ewropayê kampanyaya xwe ya alîkariyê didomînin. Em alîkariyên tên ji herêmên erdhejê re dişînin. Dê alîkarî bidomin. Ya çêbû karesateke gelekî mezin e û birîneke ku dê bi salan bidome. Mirov ancax piştî demeke dûr û dirêj vegerin jiyana xwe ya berê. Lewma xebatên me jî ji bo demeke dûr û dirêj in.”

Alîkariyame şand ji aliyê dagirkeran ve hatin astengkirin

Bi domdarî Vargun destnîşan kir ku ewilî pêwistiyên sereke peyde kirine û ev tişt anî ziman: “Pêdivî tim diguherin. Em jî li gor vê hereket dikin. Li Sûriyeyê bi taybetî Efrîn û Heleb hilweşiyan. Me roja ewil TIR’ên alîkariyê şandin vir, lê ji aliyê dagirkeran ve hatin astengkirin. Lewma me jî ji bêgavî berê xwe dan hin herêmên din. Niha xebatên me yên ji bo mirovên ji Şehba, Efrîn, Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hatine didomin. Her wiha xebatên me yên ji bo dermankirina birîndaran jî didome.”

Kampanyaya malbata xwişk û bira

Di berdewamê de Vargun bal kişand ser polîtîkayên koçberkirinê yên dewletê jî û got ku ev ne tiştekî nû ye. Vargun destnîşan kir ku ji bo ku erdhej  nebe munasebeta vî tiştî dê xebatine me yên cuda jî hebin û wiha domand: “Bi taybetî li bajarên elewî û kurdan dê mirov bên koçberkirin. Lewma ji bo jinûveavakirinê em ê xebatên wekî avakirina bajarê ji konteyneran, selihandina xaniyên xesardîtî û malbata xwişk û bira bikin. Kampanyaya malbata xwişk û bira, dê bi vî awayî be; ji Ewropayê malbatek dê 2-3 salan alîakriya madî ya malbatekê bike. Niha xebatên me yên ji bo vê didomin. Em dizanin xebtaên em kêm in û dê nikaribin vê birînin bicebirînin. Lê qet nebe ji bo detspêkê, ji bo peydekirina pêwistiyên lezgîn girîng e. Ji bo mirov terka axa xwe nekin, divê em projeyên mayinde çêbikin.”

Banga jibo piştevaniyê

Vargun bilêv kir ku tenê ne ji Ewropayê ji çar aliyên cîhanê piştgiriya kampanyaya wan tê kirin û bang li hemû kesên hestiyar û xwedî wijdan kir ku alîkariya xwe bidomînin.

Hesabên ji bo alîkariyê ev in:

Heyva Sor a Kurdistanê e. V.

Wilhelmstr. 12

53840 Troisdorf

Kreissparkasse Köln

IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81

BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

www.paypal.me/heyvasorakurdistane

Fransa

Association Humanitaire Soleil Rouge – RojaSor

Tel: +33 (0) 180 89 42 67

E-mail: [email protected]

CIC TROYES HOTEL DE VILLE

IBAN: FR7630087335000002074770150

BIC/ SWIFT: CMCIFRPP

www.rojasorfrance.com

Swîsre

Kurdistan Roter Halbmond Schweiz (Croissant Rouge du Kurdistan Suisse)

Rue des Savoises 15, 1205 Genève

Banque Cantonale Vaudoise (Kantonalbank)

Konto N°: 10-725-4

IBAN: CH62 0076 7000 L543 3416 5

BIC/SWIFT: BCVLCH2LXXX

www.heyvasor.ch

Hollanda

Stichting Koerdische Rode Halve Maan (Heyva Sor a Kurdistanê)

Fokkerstraat 539 Links, 3125 BD Schiedam

Email: [email protected]

www.stichtingkrhm.nl

Swêd

Insamlingsstiftelsen Kurdiska Röda Solen

(Roja Sor a Kurdistanê)

Ankdammsgaten 33, 171 67 Solna

Tel.: +46 (08)-27 36 85

Email: [email protected]

Org nr. 802481-5782

SWISH:123 40 138 68

BANK GIRO: 5589-7672

IBAN: SE04 5000 0000 0537 4106 6753

BIC: ESSESESS

www.rodasolen.se

Awusturya

Roja Sor a Kurdistanê

Brünner Straße 130-134/3/8, 1210 Wien

Tel: 00 43 (0) 676 9126884

BAWAG

IBAN: AT751400003010314274

BIC : BAWAATWW

Konto No: 030 103 14 274

BLZ : 14 000

rojasor-osterreich.org

Îngîltere

Kurdish Red Moon (Heyva Sor a Kurdistanê)

Fairfax Hall 11 Portland Gardens London N4 IHU

E-mail:[email protected]

Registered Charity No: 10 93 741

Company No: 42 85 714

The Co-operative Bank

Bank Sort code: 089299

Bank Account No: 65863091

IBAN: GB55 CPBK 0892 9965 8630 91

BIC: CPBK GB22

www.heyvasoruk.org/

Norweç

Kurdiske Røde Halvmåne Norge (Heyva Sor a Kurdistanê)

Hausmanns gate 6 0186 Oslo / Norge

Tel: 0047 98 46 33 28

Organisasjonsnummer: 009124. 84734

VIPPS: 21957

DNB BANK ASA OSLO

Account/Hesap/Konto No: 1503 40 52953

IBAN: NO 15 1503 4052 953

BIC/ SWIFT: DNBANOKKXXX

Îtalya

Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia ETS (Heyva Sor a Kurdistanê)

Via Forte dei Cavalleggeri,53 Livorno

Banca Etica

IBAN: IT53 R050 1802 8000 0001 6990 236

BIC/ SWIFT: ETICIT22XXX

www.mezzalunarossakurdistan.org

Belçîka

ASBL Croissant Rouge du Kurdistan-

Koerdische Rode Halve Maan VZW (Heyva Sor a Kurdistanê)

Gospertstr. 78

4700 Eupen

Tlf:0032 (0) 470 94 64 19

Numéro d’entreprise:465 073 725

BNP PARIBAS FORTIS

IBAN: BE04 0013 2448 9631

BIC/SWIFT : GEBABEBB

www.koerdischerodehalvemaan.be

Japonya

Kurdistan Red Moon – Heyva Sor a Kurdistanê

Saitama ken kawaguchi shi shiba shinmachi 8-22 Sanko build 501

Tlf: +81 90 2149 9979

JP BANK

Konto Nr:10100 – 56545271

https://www.facebook.com/Heyva.Sor

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar