Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Hêza hikûmeta herêmê tuneye ku pêşiya êrîşên dewletên dagirker bigire

Rizgar Baz

Wezîrê Karê Hundir ê hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ‘Hêza wan wek hikûmet tuneye ku pêşiya êrîşên dewletên dagirker’ bigirin.

Ev daxuyanî ne cihê baweriyê ye, lê em welê bihesibînin ku hêza wan têra nake pêşiya êrîşên ji derve ber bi hundir ve pêktên, bigirin. Lê êrîş tenê ji derve ber bi hundir pêk nayên. Ma balafirên keşfê yên dewleta tirk a faşîst ji Bakur tên êrîşî Şengal, Mexmûr, Silêmanî û Herêmên Parastina Medya dikin? Ne, em hemû dizanîn ku baregeha wan balafiran, li Hewlerê dibin parastina PDK’ê de ye. Dîsa em hemû dizanîn ku îstîxbarata wan deveran ji aliyê PDK’ê ve tê dayîn. Ma hikûmeta herêmê di guhê ga de raketiye nizane? An henekên xwe bi eqlê welatiyan, kurdan dikin? Dîsa ma ewqas bihêze ku nikare pêşiya wan namerdiyan bigire? Dê em welê qebûl bikin ku hêza wan têra nake pêşiya îstîxbarat dayîn û êrîşên balafirên keşfê bigirin. Lê hikûmeta herêmê dikare pêşiya êrîşên li hember welatparêzan, ên navenda Silêmanî û Hewlerê (li hember endamên PDK-Î) pêktên bigire. Ma qey nikare? Eger nikare, wê demê hikûmet ji bo çiye? Madem wê nekare pêşiya êrîşên derve û hundir pêktên bigire, wê demê çima heye? Çima navê hikûmet li xwe kiriye? Eger hêz tune be, wê demê tu ferqa reş reşeyek (bostan korkulugu) û hikûmeta herêmê tune ye. Heta nebe reş reşe bêkêr e, rol dileyîze. Lê hikûmeta herêmê ne di çareseriya pirsgirêkên civakê de û ne jî di pêşî girtina êrîşên namerdane de rola xwe dileyîze. Ne ku nikare. Nav hikûmeta herêma Kurdistanê ye, lê hetanî hikûmet di bin siya xanedana barzanî û çeteyên derdorê wan de dernekeve ne pêkane ku ji bo herêmê jî ji bo tevahî Kurdistanê jî tiştek erênî bikin.

Jixwe qasî ev daxuyanî ne cihê baweriyê ye ewqas jî manîdar e. Ji ber ku tam jî dema hikûmeta Iraqê biryar da ku leşkerên xwe li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bicih bike, ev daxuyanî hat dayîn. Yanê divê mirov guman nêzîkî vê biryarê bibe. Ji ber ku her çiqas bin navê pêşî li girtina êrîşên dewletên faşîst biryar hatibe girtin jî, armanca wan ne pêşî li girtina êrîşan e. Eger bi rastî jî rast û dûrist bûna wê destpêkê ji hundir ve destpê kiriban. Ji ber ku eger gotin di cih de be; diz di hundirê malê de ye. Yanê wekî me li jor anî ziman ji hundir ve jî êrîş pêktên. Hem ji aliyê balafirên keşfê ve hem erdê bi destê MîT’ê reşkujî pêktên û hem jî baregehên hundir (tirk) qetlîam pêktînin. Ma qey baregehên Bakur, qetlîama turîstên ereb pêk anî? Em hemû dizanin ku baregehek hundir ew qetlîam pêk anî. Hem em ferz bikin ku ev biryar ji bo pêşî li girtina êrîşên dagirkeran hatiye girtin û pêşî li êrîşên ku bejahî tên jî asteng kir. Ê baş e, êrîşên hewa wê çawa bin? Wê çawa pêşiya êrîşên hewa bigirin? Ma qey balafirên şer û helîkopter ji bejahiyê ve derbasî xaka başûrê Kurdistan û Iraqê dibin? Ka bêjin hûn ê çawa pêşiya wan bigirin? Dê em welê bihesibînin ku we, pêşiya balafir û helîkopterên ku ji derve tên jî girtin. Baş e, hûn ê çawa pêşiya êrîşên hundir bigirin? Lewra divê mirov guman nêzîkî vê biryarê bibe. Ji ber ku di vê derê de rast û dûristî tune ye. Vê derê armanc ne parastina xaka başûrê Kurdistan û Iraqê ye. Eger PDK’ê ev biryar erênî girtibe dest, bizanin ku tu xêra vê biryarê ne ji bo herêmê û ne jî ji bo tevahî gelê kurd heye. Dîsa eger bi rastî jî armanc parastina xakan be; wê demê divê destpêkê peymanên ku bi Îran û Tirkiyeyê (yên bi navê qaşo ewlehiyê), hatin îmza kirin bên betal kirin. Ji ber ev çil sale dewleta tirk a qirker- mêtînger êrîşên xwe dispêre peymana 1983’an a di navbera wan û dewleta Iraqê de hat îmza kirin. Wezîrê Karê Hundir ê Herêma Kurdistanê di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje ku aramiya herêmên sînor derveyî rayeya hikûmeta herêmê ye. Ew jî baş e, madem aramiya herêmên sînor derveyî rayeya hikûmeta we ye, wê demê ma pêşî li girtina; xak firotin, talan û wêran kirina herêmê jî derveyî rayeya we ye? Temam pêk anîna aramiya herêmên sînor derveyî rayeya we ye. Baş e, pêk anîna aramiya hundirê Başûr jî derveyî rayeya we ye? Tu dikarî înkar bikî, tu dikarî bêjî ew jî derveyî rayeya me ye? Tu û hikûmeta xwe henekê xwe bi kurdan dikin? Hûnê wisa herêma Kurdistanê rêvebibin? Hûnê wisa xizmet ji gelê herêmê re bikin? Hûn ê welê gelê herêmê biparêzin? Hadê parastina tevahî gelê kurd ne di xema we de ye, lê nebe gelê herêmê ji êrîşan biparêzin. Xaka xwe ji êrîş, dest dirêjiyan biparêzin. Welhasil bi vê biryarê re hewl didin sedsala 100’emîn a Peymana Lozanê nû bikin. Dixwazin ew sînorên ku gelê kurd ê her çar parçeyan bi berdêlên giran bê wate kirin, vê carê bi destê xayînan ji nû ve zexm bikin. Dibe ku hetanî ew sînor hatin bê wate hiştin, bi sedhezaran mirov jiyana xwe ji dest dabin û dîsa bi sed hezaran mirov parçeyek xwe winda kiribin. Lê mixabin ne xema xanedaniya Barzaniyan e. Ji ber vê jî divê gelê me yê her çar parçeyan hişyar be. Divê destûr nede ku sînor ji nû ve bên xêz kirin, zexm kirin. Divê carek din destûr nede Kurdistan bê parçe kirin, dergehên debara wan, têkiliya xizmên serxet û binxet bê qut kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar