Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Hêza jin a kurd gelek bi bandor e’

Endama şandeya navnetewî ya jinan ku ji Almanyayê serdana başûrê Kurdistanê kiriye, Caroline Kim got; “Hêza jinên kurd gelek bi bandor e. Têkoşîna ji bo gihiştina azadiyê ne tenê erkê jinên kurde, erkê hemû jinên cihanê ye.”

Di 18’ê adarê de bi pêşengtiya Rêxistina Peywendiyên Jinên Kurd (REPAK) şandeyek navnetewî ya jinan ji Almanyayê gihişt başûrê Kurdistanê. Şande bi armanca lêkolînkirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’, hîn zêdetir têgihiştin û naskirina asta pêkanîna wê li herêm serdana başûrê Kurdistan û rêxistinên jinan kir.

Yek ji endama şandeyê Caroline Kim bû, Caroline derbarê serdana ji bo başûrê Kurdistanê ji Rojnewsê re axivî.

Caroline da zanîn ku ew weke jinên feminîst yên navnetewî her sal di 8’ê adarê bi tevgera jinên kurd re dicivin û çalakiyan lidardixin. Caroline dibêje, ew îsal jî bi armanca komkirina agahiyan li ser dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berê xwe dana bajarê Silêmaniyê.

Caroline Kim derbarê fikra lêkolîn û komkirina agahiyan li ser dirûşmeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ got; “Ji ber peywendiya me ya bi jinên kurd re, demek dirêje agahiya me ji vê dirûşmeyê çêbûye. Lê piştî serhildana li rojhilatê Kurdistan û Îranê, ev dirûşme hîn zêdetir bi nav û deng bû. Niha hemû Ewrupî vê dirûşmeyê bihîstine, lê bingeha vê dirûşmeya taybet ya tevgera azadîxwaz ya kurdane. Ji bo vê me biryar da em vê yekê lêkolîn bikin û ispat bikin ku dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya tevgera azadîxwaz ya kurdane.”

Kim di dewama axaftina xwe de dibêje; “Di serdanên xwe de em gelek ji hebûn û hêza jinên kurd bandor bûn, îlham û hêviyê didin. Ji ber ku di guftugoyên xwe de gotin, em ê sedî sed ber bi başiyê biçin, ji bo em jin bigêhin armancên xwe bihêvîne û wê têkoşîn dewam bike.”

Di dawiya axaftina xwe de Caroline Kim got; “Heya niha li tu devera cîhanê weke pêwîst jin ne azadin, jin ji mafê xwe yê azadî û maf bê parin. Têkoşîna ji bo gihiştina azadiyê ne tenê erkê jinên kurde, erkê hemû jinên cîhanê ye. Divê ji bo bidesxistina maf û azadiyan hîn zêdetir hewl bên dayîn û jin bi hevre têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar