Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku ya li Kobanê bi ser xist ruhê yekitiya neteweyî bû û destnîşan kir ku ya niha jî bi ser bixîne yekitiya neteweyî ye
Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê axivî.
Salîha Aydenîz diyar kir êrîşa dagirkeriyê û pêvajoya ku bi hilbijartinên 7’ê Hezîranê re destpê kir divê ji hev cuda neyên nirxandin û wiha got: “Dema ku şer destpê kir kurdên li Rojava û gelên li herêmê bi hev re li derveyî rejîmê û çeteyan di xeta sêyemîn de tevdigeriyan. Ji hingî ve modeleke ku bû hêvî afirandin. Di salvegera komploya navneteweyî di 9’ê Cotmehê de êrîş destpê kir. Êrîş bi hevkariya dewleta tirk û dewletên hegemonîk ên berpirsyarê komploya navneteweyî li dijî modela jiyana hevpar a kurdan hate kirin.”
Hevkariya DAIŞ û Tirkiyeyê
Di axaftina xwe de Aydenîz da zanîn ku rêxistina ku dewleta tirk weke ‘Artêşa Milî ya Sûriyeyê’ pênase dike çeteyên DAIŞ, EL Nûsra û tenê ‘kincê’ xwe guhertine û ev tişt anî ziman: “Tirkiyeyê tişta ku DAIŞ’ê nekarî li Rojava bike niha bi hevkariya bi dûvikên DAIŞ’ê hewl dide bi ser bixîne. Ev êrîş dewamiya zîhniyeta Îttîhat û Terakkî ye, xwe dispêre dijminatiya li kurdan. Hevkariya DAIŞ û Tirkiyeyê li pêş çavên tevahiya dinyayê ye. Kuştina lîderê DAIŞ’ê Ebûbekir El Bexdadî li devereke ku bi 5 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyeyê û herêmeke di kontrola Tirkiyeyê de ye û vê hevkariyê ber bi çav dike. Tirkiye dixwaze bi her rê û rêbazê wê deverê dagir bike û ji kurdan xalî bike. Jixwe ev armanca xwe jî bi rengekî aşkera ji tevahiya dinyayê re ragihand.”
Girîngiya yekitiya neteweyî
Her wiha Aydenîz li dijî êrîşan bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di rewşekê de ku êrîş tên kirin divê em Kobanê ji nû ve bînin bîra xwe. Ya ku li wir bi ser xist yekitiya neteweyî ya kurdan bû. Kurdan mafên xwe yên bidestxistî ji tevahiya dinyayê re ragihandin. Ger kurd niha bibin yek û li her qadê bi rengekî hevpar tevbigerin wê statu, ziman û çanda xwe bi dest bixin. Kurd bi têkoşîn û berdêlên xwe li dinyayê rewa bûn. Ya girîng yekitiya neteweyî ye.” AMED