PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Hezar hefte têdikoşin: Heta em bi ser bikevin wê têkoşîn bidome

Dayikên Şemiyê hezar hefte ne li qada Galatasarayê li aqêbeta xizmên de dipirsin. Berxwedêran gotin ku têkoşîna wana heta serkefinê wê bûnaber bidome.

Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin kujer bên darizandin hezar hefte ne bi tevlibûna partiyên siyasî û hêzên demokrasiyê li Qada Galatasarayê pêk tînin. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan tev li çalakiyê bûn.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Endama Komîsyona Li Dijî Windakirinên di Binçavan de ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Stenbolê Sebla Arcan ve hate xwendin. Sebla Arcan, destnîşan kir ku ew 1000 hefteye tên ba hev û got ku ew daxwaza xizmên xwe ên piştî dewletê ew binçav kirine û windakirin, dikin. Sebla Arcan, da xuyakirin ku ew bi ti awayî nekarîne xwe bigihînin windahiyên xwe û got, “Tiştê li du wan maye tenê wêneyên di destê me de ne. Ew jî mirovên mîna we bûn û me gelek ji wan hezdikir. Ev hezar hefteye em bi êş û hêviyeke bê dawî li benda hezkiriyên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatine birin e. Ev hezar hefteye em dipirsin. Windahiyên me li kur in, faîl çima bê ceza tên parastin. Me ji bîr nekiriye û em ê ti carî jî ji bîr nekin. Hezar hefteye em li vir dengê xwe bilind dikin, em ê dev ji vê têkoşîna xwe bernedin.”

Sebla Arcan da xuyakirin ku ji 27 ‘ê gulana 1995’an û vir ve ew li Qada Galatasarayê li hev dicivin û got, “Gelek car em hatin astengkirin. Bi tundiyê û zorê mudaxeleyê çalakiya me kirin û hewl dan me belav bikin. Em hatin binçavkirin û darizandin. Lê me ti carî dev ji têkoşîna xwe berneda.”

Dayika Hasan Ocak ê hat windakirin Emîne Ocak, ji ber piştgiriya her kesî spasiyên xwe diyar kir û daxwaza edaletê kir.

Piştre dayika xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di binçavan de hat windakirin Zûbeyde Tepe axivî û diyar kir ku gelek xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê hatine qetilkirin û got, “Em ê dev ji Galatasarayê bernedin. Heta ku kiryar Tansû Çîler, Mehmet Agar û Korkmaz Tanhan bên darizandin, em ê vê têkoşînê bidomînin.”

Hevsera Fehmî Tosun ê windakirî Hanim Tosun jî got, “Helbet wê rojekê hesabê bidin me. Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin. Heta ku kujer bên darizandin em ê li vir bin.”

Xwişka Hayrettîn Eren ê di binçavan de hat windakirin Îkbal Eren peyama “Em ê ji bîr nekin, em ê nehêlin ew bên jibîrkirin” da.

Keça Îbrahîm Demîr ê di bin çavan de hat windakirin Denîz Demîr bal kişand ku ew 34 sal in li edaletê digerin û got ku ew ê heta nefesa xwe ya dawî li pey edaletê bin.

Hevsera Kasim Aksoy Erdogan Aksoy jî wiha axivî: “Çavên hevserê min girtin û birin girtîgehê û hat windakirin. Em bimirin jî wê neviyên me bên vê derê.”

Hevsera karsaz Savaş Bûldan ê hat qetilkirin wekîla DEM Partiyê Pervîn Bûldan diyar kir ku ev hezar hefte ne ew li edaletê digerin. Pervîn Bûldan, anî ziman ku goreke wan nîne ku karibin qurnefîlan deynin û got, “Goreke me nîne ku em qurnefîlan deynin an jî dua bikin. Ji ber vê yekê heta ku windayên me bên dîtin û faîl bên cezakirin em ê li vir bin. Ji ber ku ev qad, qada me ya edaletê ye.”

Birayê Cemîl Kirbayir ê hat windakirin Mîkaîl Kirbayir, jî diyar kir ku ew ji bo ku li vê qadê kom bibin rastî gelek bêhiqûqiyan hatine û wiha got, “Ji vê dewletê goreke ku bistînim heye.”

Neviya Îbrahîm Çelîk Şevîn Çelîk wiha got: “Ez ji bo bapîrê xwe edaletê dixwazim. ”

Di çalakiyê de peyamên piştgiriyê yên ji bo Dayikên Şemiyê yên ji derve hatine jî hatin xwendin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar