Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Hezar penaber li Girê Spî hatine bicihkirin

Hejmara penaberên bi darê zorê ji Tirkiyeyê ber bi herêmên dagirkirî yên li kantona Girê Spî ve tên şandin, ji destpêka tebaxê ve hezarî derbas kir.

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecih ên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî dane, duh çeteyên dewleta tirk ên bi navê “Polîsên Leşkerî” 113 penaberên sûriyeyî bi rêya deriyê sînor radest girtin, da ku li malên koçberan bi cih bikin.

Penaberên bi darê zorê ber bi kantonê ve hatine şandin ji Hema, Heleb, Idlibê û bajarên din ên Sûriyeyê ne.

Ajansa me belge kiribû ku ji destpêka tebaxê ve zêdetirî hezar penaberên Sûriyeyî li kantonê hatine bicihkirin û ji wan 25 iraqî ne.

Ji dema berpirsên tirk ji Nîsana par ve ragihandibû ku ew ê milyonek penaberên Sûriyeyê li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê bi cih bikin, hejmara penaberên sûriyeyî yên bi darê zorê ji Tirkiyeyê hatine şandin û li kantona Girê Spî hatine bicihkirin, nêzî 25 hezarî ye.

Hemwextî bicihkirina penaberan li kantona Girê Spî û kiryarên bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî yên din; Efrîn, Cerablus, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tê. Ji wê zêdetir jî li herêmên di bin serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên Idlibê de kiryarên bicihkirinê pêk tên. Bi rêya deriyê Bab El Selame, Bab El Hewa û deriyê Til Ebyedê 12 hezar penaberên bi darê zorê ber bi wan herêmên navborî ve hatine şandin, hatine qeydkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar