Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Bîrtimeh û Şorbenîsk ên Girê Spî bi çekên giran topbaran dikin
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê di van kêliyan de bi çekên giran gundên Bîrtimeh û Şorbenîsk ên Girê Spî topbaran dikin.
Têkildarî encamên topbaranê heta niha tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin. GIRÊ SPÎ