Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi çekên giran gundên Merenaz û Malikiyê yên Şera ya Efrînê topbaran dikin
Êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê yên li dijî gundên Efrînê bênavber berdewam dikin. Li gorî agahiyên ji Efrînê, hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi çekên giran gundên Merenaz û Malikiyê yên girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dikin.
Têkildarî encamên topbarana li ser van herêman tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Topbarana li ser van herêman hê jî didome. EFRÎN