Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hêzên dagirker êrîşî nexweşxaneya Serêkaniyê dikin

Êrîşên hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî Serêkaniyê didomin. Hêzên dagirker hewl didin ku nexweşxaneya Serêkaniyê dagir bikin û êrîşên dijwar dikin

Şevê din di navbera DYA û dewleta tirk de agirbestek hate ragihandin û li gorî agirbestê diviyabû ku dewleta tirk û çeteyên wê êrîşên xwe bida sekinandin. Lê berevajî vê, komên çete yên girêdayî dewleta tirk êrîşên xwe zêdetir kirin.

Li gorî agahiyên ji Serêkaniyê, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî Serêkaniyê didomînin. Hat zanîn ku hêzên dagirker niha jî bênavber êrîşî Nexweşxaneya Serêkaniyê dikin. Di nexweşxaneyê de gelek sivîlên birîndar hene.

Her wiha çavkaniyên ji Serêkaniyê ragihand ku navçe ji hêla hêzên dagirker ve hatiye dorpêçkirin û hêzên dagirker nahêlin ku tu bijîşk û hewcedariyên tunduristiyê derbasî nava bajar bibin. Çavkaniyan diyar kir ku ji ber astengiyên heyî xebatkarên tenduristiyê nekarîn mudaxaleyî 2 şervanên HSD’ê yên birîndar bikin û ji ber vê jî her du şervan şehîd bûn.

Êrîşên dagirkeran ên li dijî Serêkaniyê didomin. SERÊKANIYÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar