Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê di van kêliyan de bi çekên giran êrîşî gundê Erîşa yê Til Temirê dikin
Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker êrîşî gundê Erîşa yê Til Temirê kir.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê bi çekên giran gundê Erîşa yê Til Temirê topbaran dikin. Têkildarî encamên topbaranê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Hat zanîn ku heta vê demê jî topbarana li dijî gund didome. TIL TEMIR