Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Dibis û Hoşanê yên navçeya Eyn Îsayê topbaran dikin
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên hêzên artêşa tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker êrîşî gundên Eyn Îsayê kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên dagirker di van kêliyan de gundên Dibis û Hoşanê yên navçeya Eyn Îsayê bi hewan û obusan topbaran dikin.
Têkildarî encamên topbaranê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. EYN ÎSA