Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Til Tewîl ê Til Temirê kirin. Her wiha hêzên dagirker li gundên ku dagir kirin dest bi talan û diziyê kir
Dewleta tirk û çeteyên xwe êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomînin. Hêzên dagirker ên ku herêmên sivîlan hedef digirin, li hêla din jî li gundên ku dagir kirin talan û diziyê dikin.
Li gorî agahiyan, artêşa tirk a dagirker di van kêliyan de bi çekên giran û tank û obusan êrîşî gundê Til Tewîl ê navçeya Til Temirê dikin. Şêniyên gundê Til Tewîlê bi giştî asur û suryan in.
Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku hêzên dagirker ên artêşa tirk û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê piştî ku gundên Qasimiyê, Reşîdiyê û Rihaniyê yên Til Temirê dagir kirin, dest bi talan û diziyê kirin. Hat zanîn ku çeteyên dewleta tirk di dema derbasbûna her gundekî de yekser dest bi dizî û talanê dikin. TIL TEMIR