Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

’Hêzên desthilatdar ji fikrên Rêber Apo ditirsin’

Misî bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û got: “Hêzên desthilatdar û kapîtalîzm ji fikrên Rêber Apo pir ditirsin. Lew ra tecrîd û îzolasyonê kur dikin. Lê çi jî bikin êdî fikrên Rêber Apo li tevahî cihanê belav bûye û êdî nikarin pêşî lê bigrin.” 

Nêzî du sal in ne parêzer ne jî malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikarin hevdîtinê pê re bikin. Di derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Endamê Çand û Hunera Baqî Xido ya beşa Çîrok û Helbest Mihemed Ebdo Misî ji ANF’ê re axivî.

Mihemed Ebdo Misî anî ziman ku dewletên desthilatdar xwestin pêşî li fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin, lê fikra Abdullah Ocalan li tevahî cihanê belav bû û wiha got: “Roj bi roj tecrîda li ser Rêberê me girantir dibe. Ruxmî ku dewletên desthilatdar yên weke Rûsya, Îtalya, Yewnanistan, Misir, Israîl û Amerîka ku komplo li dijî Rêberê me pêk anîn, pê re xwestin pêşî li fikra Rêber Apo bigrin lê fikra Rêber Apo li tevahî cihanê belav bû.”

Misî diyar kir ku pergalên desthilatdar yên kapîtalîzmê fikra Abdullah Ocalan li ser xwe metirsiyeke mezin dibînin û ev tişt got: “Di nava pergalên kapîtalîzmê de ne ol, ne netew ne jî hebûna mirov ji desthilatdaran xem e. Tenê ji bo berjewendiyên xwe dikarin serî li her rêbazê bidin, dikarin cihanê bi giştî bikin pariyek nan û hîna jî ji bo wan têr nake.”

Misî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelên bindest rabû û wiha bilêv kir: “Rêber Apo ne tenê ji bo gelê kurd rabû, ew ji bo tevahî gelên bindest ji bo ku bigihijin azadiya xwe rabû. Dema ku komployê dest pê kir û Rêberê me hat girtin, gelê me li 170 welatên cihanê daketin qadan. Divê tevahî gel bê navber ji bo Rêberê xwe têkoşînê bikin. Hêviya min ji cihanê tevahî û her çar parçeyên Kurdistanê ew e ku divê li çand û zimanê xwe xwedî derkevin. Em hetanî azadiya Rêber Apo li qadan bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar