Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hêzên dewleta tirk li Efrînê dayika 74 salî bi îşkenceyê qetil kir

Artêşa tirk û çeteyên wê li taxa Eşrefiye ya Efrînê Mihyedîn Oso û hevjîna wî Horiya Bekir îşkence kirin. Di encama îşkenceya komên çete de dayika Horiya jiyana xwe ji dest da

Hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê îşkence û zilma xwe ya li ser gelê Efrînê bênavber berdewam dikin. Welatiyên ku bi rojane ji hêla hêzên dagirker ve tên revandin, rastî îşkenceyên giran tên û ji van welatiyan gelek jê jiyana xwe ji dest didin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Efrînê, koma çete ya Cebhe El Şamiye yên girêdayî dewleta tirk di 25’ê tebaxê de bi ser mala welatiyê bi navê Mihyedîn Oso (78) û hevjîna wî Horiye Bekir (74) a li taxa Eşrefiyê ya Efrînê de girt. Çavkaniyan destnîşan kir ku di serdegirtina malê de komên çete îşkence li Mihyedîn Oso û dayika Horiye Bekir kir. Di encama îşkenceya çeteyan de jî dayika Mihyedîn Oso jiyana xwe ji dest da.

Dayika Horiye Bekir ji şêniyên gundê Qitmê yê Şera ya Efrînê ye. Hat zanîn ku ji ber derbên ji rû û sîngê xwe xwarin jiyana xwe ji dest daye. Heman çavkaniyan teqez kir ku dayika Horiye piştî 12 rojan ji kuştina hevjînê wê, di encama îşkenceya ku lê hatiye kirin de jiyana xwe ji dest daye. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar